Ji bo Nîlay Esmerê edalet hat xwestin

  • 14:51 17 Adar 2026
  • Rojane
 
AMED - Jinan, bertek nîşanî biryara beraatê ya têkildarê Erdogan Esmer ku destavêtibû Nîlay Esmer dan û gotin: "Pergala edaletê ne mexdûran, divê kiryaran ceza bike." 
 
Platforma Jinan a Dîcle Amedê û Tora Têkoşîna li dijî Tundûtûjiyê ya Amedê li ber Edliyeya Amedê li dijî biryara beraetê ya derbarê Erdogan Esmer de ku di sala 2022'yan de dest avêtibû keça xwe Nilay Esmer, daxuyanî dan. 
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Zeynep Sîpçîk ku bertek nîşanî biryara beraetê da, got: "Ev biryar ne tenê biryareke darazê ye; ew di heman demê de eşkere dike ka mafê jiyanê yê jinan û zarokan, gihîştina edaletê û têkoşîna li dijî tundiya mêran çawa tê dîtin. Em bi raya giştî re parve dikin ku ev biryar ne li gorî qanûn, wijdan û daxwaza jinan a edaletê ye. Em ji destpêkê ve vê dozê dişopînin û em ê bi heman hesasiyeta dozên din ên tundiya li dijî jinan heya ku edalet pêk were, vê dozê bişopînin."
 
Zeynep Sîpçîk bilêv kir ku Nîlay Esmerê travmaya giran a ku Nîlay Esmer bi salan pê re rû bi rû maye, bi wêrekiyeke eşkere kiriye û got: "Di bûyera ku di sala 2022'yan de derket holê, sûcdar li ser sûc hatiye zevtkirin û der barê wî de doz hatiye vekirin. Lê biryara beraetê ya der barê sûcdar, wijdanê raya giştî êşandiye û nîqaşên bêcezatiyê careke din aniye rojevê." 
 
Zeynep Sîpçîk destnîşan kir ku sûcê zayendî yê li dijî jin û zarokan, ji binpêkirina mafên mirovan a herî giran e û got: "Biryara ku di dosyeya Nîlay Esmerê de hatiye dayîn, istismara zayendî û encamên wê yên giran ên derûnî û civakî baş berbiçav nekiriye û ji daxwaza edaletê ya jin û zarokan dûr ketiye. Ev rewş tenê ne ji bo vê dosyeyê, ji bo hemû bûyerên tundiyê û îstismarê cihê fikaran e." 
 
Zeynep Sîpçîk bilêv kir ku di sûcên tundiyê yên li dijî jin û zarokan bêcezatî nayê qebûlkirin û ew ê vê dosyeyê heya dawiyê bişopînin. Zeynep Sîpçîkç got: "Pergala edaletê ne mexdûran, divê kiryaran ceza bike." 
 
Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên "Ji bo Nîlayê edalet", "Ne edaleta mêr, edaleta rast" û "jin jiyan azadî" hatin berzkirin û çalakiya rûniştinê ya 10 deqeyan hat lidarxistin.