Bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz hat pîrozkirin
- 22:16 18 Adar 2026
- Rojane
AMED - KASED bi boneya Newrozê li Eywana Dawetê ya Agaoglû ya li navçeya Sûrê konserek li darxist û cil û bergên Kurdî dane nasîn. Seroka KASED’ê Salîha Ayata wiha got: “Çi dibe bila bibe, her sal em ê bi cil û bergên xwe Newrozê pîroz bikin.”
Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ji bo pîrozbahiya Newrozê li Eywana Dawetê ya Agaoglû ya li navçeya Sûrê ya Amedê konserek li dar xist û cil û bergên Kurdî dane nasîn. Ev sal danasîna cil û bergên herêma Serhedê hate kirin. Endam û nûnerên saziyên Çandî yên Amedê û gelek kes tev li bernamê bûn. Di destpêka bernamê de bi stranên Kurdî ve beşdarvana govend gerand û Seroka KASEDê Salîha Ayata axaftina xwe kir. Salîha Ayata di serî de Cejna Newrozê pîroz kir û ev tişt gotin: “Wekî hûn jî dizanin, bi salan e Kurd bi çanda xwe, bi dîroka xwe, bi hunera xwe, bi zimanê xwe li ser pêyan e. Taybet çend sal 2024an, Newroza Amedê tê bîra we ne wisa? Nehiştin em bi cil û bergên xwe têkevin qadê. Gelek ji me bertek nîşan da, em neketin qadê. Piştî wê jî wekî qada çandê, me ev biryar da; taybet qada çandê ya Amedê ya Kurd, me got: ‘Çi dibe bila bibe, her sal em ê bi cil û bergên xwe Newrozê pîroz bikin.”
Piştî axaftina Salîha Ayata koma Govendê ya bi navê “Jin” a KASED’ê govend gerand. Koma govendê dîmenên rengîn derxist holê. Piştre danasîna cil û bergên Kurdî destpê kir. Cûda cûda cilên bajarê Kurdîstanê hate danasîn. Beşdaran bi eleqeyeke mezin danasîn temaşe kir. Piştî danasînê kesên ku danasînê de cil û berg xwe kirin bi stranên Kurdî ve govend gerand. Di dawiya bernameyê jinan agirê Newozê pêxist.







