Li Amed û Êlihê serdanên goristanan

  • 17:55 19 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Bi wesîleya Cejna Remezanê li Amed û Êlihê serdanên goristanan didomin.
 
Bi wesîleya cejna Remezanê li Amed û Êlihê gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin û di serdanan de hat diyarkirin ku wê têkoşîna wan bidomînin.
 
Pîran
 
Li Pîran Amedê Goristana Pîrêjman hat ziaretkirin. Bi Pêşengiya MEBDYA DER’ê goristan hatin ziyaretkirin û gelek kes tevli bûn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren axivî û keên jiyana xwe jid set dane bibîr anî.
 
Licê
 
Li Licê jî Goristana Sîsê gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin ziyaretkirin û dua hatin kirin.
 
Çemê Elika 
 
Goristana Çemê Elîka ya navçeya Licê ya Amedê jî hat ziyaretkirin. Li ser goran dua hatinkirin û goristan hatin paqijirin.
 
Goristana Yenîkoy
 
Malatên ku çûn Goristana Yenîkoy kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabûn jî ziraet kirin û dua hatin kirin, goristan hat paqijkirin.
 
Êlih
 
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, Goristana Asrî ya taxa Petrolkent a Êlihê hat ziyaretkirin.
 
Serdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ bidawî bû.