Di kontînerê de şewat derket: Dayikek û 5 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
- 12:53 20 Adar 2026
- Rojane
ANTALYA - Li navçeya Kepezê di kontînerekê de şewat derket. Di şewatê de dayikekê û 5 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan.
Şevê din saet dedora 01.30’ê de li Taxa Gazîler a navçeya Kepezê ya Antalyayê di saetên şevê de di kontînerekê de şewat derket. Bi derketina şewatê re komên agirkujiyê, cendirme û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî mudaxileyê şewat hate vemirandin.
Hat zanîn ku di şewatê de jina bi navê Leyla Elalî (27) a ducanî û zarokên wê Muna Ahmed (9), Fatma Ahmed (8), Hayat Ahmed (7), Iman Ahmed (5) û Mahmud Ahmed’in (4) jiyana xwe ji dest dane. Şevvah Ahmed (29), Mahmud Ahmed (53), Ahmed Ahmed (2) û xwediyê kargeha kontîneran Rahman Genç (51) ên ji ber dûyê bandor bûn jî rakirin nexweşxaneyê.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.









