Li Sydneyê Resepsiyona Newrozê hate lidarxistin

  • 20:54 20 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Sydney yê Awusturalyayê, di Parlamentoya Eyaleta New South Wales de  resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.
 
Li bajarê Sydney yê Awusturalyayê, di resepsiyona Newrozê ya ku di Parlamentoya Eyaleta New South Wales de hat dayîn de, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî û saziyan beşdar bûn. Parlamenterê Partiya Karker Anthony D’Adam di resepsiyonê de axivî û got: “Em hêvî dikin ku Newroz ji bo gelê Kurd bibe wesîleya aştî û azadiyê. Gelê Kurd, jiyaneke xweser û azad a ku şer û pevçûn lê bi dawî bibe, heq dike.”
 
Parlamentera Partiya Keskan Kobi Shetty jî Newroza gelê Kurd pîroz kir û hêvî kir ku bibe wesîleya aştî û azadiyê. Shetty anî ziman ku: “Wekî Partiya Keskan, em her tim di nav piştevaniyê de bûn bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re. Piştî vê yekê jî em ê her tim li gel gelê Kurd bin. Newroz pîroz be.”
 
Parlamentera Partiya Karker Charishma Kaliyanda jî wiha got: “Îro pîrozkirina Newrozê li vir bi nûner û dostên gelê Kurd re ji bo me rûmetek e. Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya hêvî, azadî, yekîtî, piştevanî û têkoşînê. Em jî bi van daxwaz û hêviyan Newroza gelê Kurd pîroz dikin.”
 
Hevserokê Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Awusturalyayê Brûsk Ayveri, diyar kir ku ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlum Dogan, Newroz ji bo gelê Kurd sembola serhildana li dijî zilmê, berxwedana ji bo azadiyê û bilindkirina hêviyê ye. Ayveri got: “Em hêvî dikin ku ev Newroz ji Rojava heta Rojhilat, ji Bakur heta Başûr ji bo tevahiya gelê Kurdistanê azadî û aştiyê bîne.”
 
Nûnerê Tifaqa Sosyalist Peter Boyle di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Du temayên herî bi hêz ên Newrozê, bi qasî ku ez fêm dikim, azadbûn û nûbûn e. Îro di herêmeke ku bi şer û bêîstîkrariyê diheje de, tevgera Kurd bi parastina van prensîban dertê pêş. Nirxên qedîm di şert û mercên modern de ji nû ve hildiberîne û vediguherîne perspektîfa aştî, demokrasî û jiyana hevpar. 'Jin, Jiyan, Azadî' vê têgihiştinê bi awayê herî kurt îfade dike.”
 
Nûnera TJK-E’yê Rûken Akça jî di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna azadiya jinê. Akça her wiha got: “Ji bo ku gelê Kurd rûbirûyê komkujî û qirkirinên nû nebe, em ji dostên xwe dixwazin ku vê piştevaniya xwe ya watedar hîn mezintir bikin û di parlamentoyê de bibin dengê jinên Kurd.”
 
Li ser navê DKTM’ê Baran Sogut destnîşan kir ku: “Bi pêvajoya civaka demokratîk a ku Rêber Apo pêş xistiye re, gelê Kurd û gelên din bi hêviyên nû yên aştî û azadiyê Newrozê pêşwazî dikin.”
 
Endama Meclîsa Şaredariyê ya Partiya Karker Mira İbrahimi, ji ber beşdarbûna Newrozê spasiya her kesî kir û got ku ew ê di hemû platforman de bibin dengê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd.
 
Nûnera civaka Dûrzî Lily Durzi got: “Qedera gelê Kurd û Durzî yek e. Newroz, ji bo gelê Kurd û Durzî dê bibe îfadeya mezinkirina yekîtî û piştevaniyê.”
 
Resepsiyona Newrozê, piştî ku Dilvan Bircan a ji Partiya Karker helbesta Cegerxwîn a “Em kî ne?” bi Îngilîzî xwend û hunermendên Kurd Ozgur Ardıl û Timur bernameyeke muzîkê pêşkêş kirin, bi dawî bû.