Ji Newroza Dîlokê banga yekitiya demokratîk
- 13:06 22 Adar 2026
- Rojane
DÎLOK -Tevî barana zêde li Dîlokê, bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan kirin û bal kişandin ser girîngiya yekitiyê.
Pîrozbahiya Newroz,ku li Qada Îstasyonê ya navçeya Şehitkamil a Dîlokê, bi bi dirûşma "Newroz a Azadî û Demokrasiyê" hat lidarxistinTevî barana zêde, bi hezaran kes, di nav de jin, ciwan û zarok jî hebûn gelek kes beşdar bûn. Beşdaran bi cilên gelerî pankartên bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û pankartên ku daxwaza azadiya wî ya fîzîkî dikirin hilgirtin. Wêneyên hevserokê PYD'ê Salih Muslim ku di 11'ê Adarê de li Hewlerê koça dawî kir jî hatin hilgirin. dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" gelek caran hatin berzkirin. Ji aliyekî din ve, peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh ji bo pîrozbahiya Cejna Nevroza Amedê şandibû, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Tirkî hate xwendin.
Pîrozbahî bi muzîk û govendê dest pê kir. Piştî vê Parlamentera Wanê ya DEM Partyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û parlameneterê Bedlîsê Hüseyin Olan, axaftin kirin.
‘Newroz li Abdullah Ocalan pîroz be’
Axaftvanê yekem Huseyîn Olan, girîngiya pîrozbahiyên Newroza îsal tekez kir û got, "Newroz a îsal Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk e. Newroza îsal 4,000 sal in bi agirê xwe ji Kawa û Suryaniyan ve dijî. Li Amed, hevalan, li hember zilmê, xwe şewitandin û gotin, 'Em hene, em agir in.' Jinên Kurd jî di têkoşîna Kurd de pêşeng bûn. Heval Zekiye li ser sûrên Amed, Heval Rehşan li ser bircên Kadifekaleyê xwe şewitandin û gotin, 'Em jî hene.' Agirê Newrozê bi salan e geş dibe. Berê, dibe ku li van qadan kêm kes hebûn, lê niha bi mîlyonan in. Di vê Newrozê de, em ji Birêz Abdullah Öcalan re ku li Girava Îmraliyê ye, dibêjin: Newroza we pîroz be."
'Divê Birêz Ocalan pêvajoyê bi awayekî azad bi rê ve bibe'
Gulcan Kaçmaz Sayyiğit diyar kir ku gelê Kurd têkoşîna xwe li qadan berfireh dike û got, "40 sal in şerekî dijwar tê meşandin û li dijî gelê Kurd siyasetek mezin a tunekirinê tê meşandin. Di 27'ê Sibatê de Birêz Abdullah Öcalan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane û demokratîk were çareserkirin. Ji bo vê mijarê li parlementoyê komîsyonek hat avakirin û raporek hevbeş hat amadekirin. Ev komîsyon û rapor ji bo me pir girîng in. Lêbelê, gavên piçûk ên ku ji hêla dewletê ve hatine avêtin têrê nakin. Bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Divê Selahattîn Demîrtaş û hevalên me yên din werin berdan û rêya siyaseta demokratîk were vekirin. Naskirina statuya ziman û çanda Kurdî pir girîng e. Ger Birêz Abdullah Öcalan, mîmarê vê pêvajoyê, neyê berdan, ne mimkûn e ku pêvajo bi awayekî saxlem bi pêş bikeve. Divê Birêz Ocalan vê pêvajoyê bi awayekî azad bi rê ve bibe."
Bername pîştî axaftinan bi mûzêkê û govendê bi dawî bû.







