Ji Newroza Xarpêt û Çewligê bang: Gavê biavêjin
- 14:51 22 Adar 2026
- Rojane
XARPÊT/ÇÊWLIG - Li Xarpet û Çewlîgê, di bin barana giran de bi coşeke mezin Cejna Newrozê hat pîrozkirin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û bang li dewletê hat kirin ku gavên berbiçav bavêje.
Li Xarpetê, Cejna Newrozê bi dirûşma "Newroz a Azadî û Demokrasiyê" û "Newroz a Azadî û Yekîtiya Demokratîk" hat pîrozkirin. Welatî, nûnerên partiyên siyasî û nûnerên sazî û rêxistinan beşdarî pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Qada Îstasyonê bûn. Li Çewlgê jî bi tevlibûna bi hezaran Newroz hat pîrozkirin.
Endama Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Havîn cirît ku,di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Xerpêtê de ku bi rêzgirtin dest pê kir, axivî û tekez kir ku Cejna Newrozê ne tenê cejnek e, di heman demê de sembola berxwedana dîrokî û çandî ye. Havîn Cirit diyar kir ku dîroka Cejna Newrozê bi hezaran salan e û di bîra gel de wateyek wê ya kûr heye û Cejna Newrozê li her kesî, bi taybetî li ciwanan, pîroz kir.
Newroza Berxwedanê
Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu diyar kir ku agirên Newrozê li her derê tên pêxistin û got, "Agirê Newrozê agirê ku ji dîroka kevnar hatiye fîltrekirin e; ew agirê bindestan e ku li dijî zilmê li ber xwe didin. Agirê ku Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim pêxistiye, îro jî wekî sembola lêgerîna azadiyê ye. Îro, em bi rêz û spasdariyê kesên ku wî ruhê berxwedanê mezin kirine bi bîr tînin; Rahşan, Zekiye, Kemal Kurkut, û hemû giyanên ku em nikarin navên wan behs bikin. Em bi germahiya agirê Newrozê bi hezaran giyanên ku van nirxan afirandine, yên ku êdî bi me re nînin û me ew di dilê xwe de veşartine, silav dikin."
Dayika Aştiyê Fatma Tosun, jî mafê axaftinê girt û ji her kesî xwest ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe û piştgiriyê bidin pêvajoya "aştiyê". Fatma Tosun diyar kir ku wekî dayik, ew ê di her rewşê de piştgiriya aştiyê bikin.
'Em dixwazin Abdullah Öcalan di nav xwe de bibînin'
Adalet Kaya, destnîşan kir ku her sal bi mîlyonan kes li dora agirê Newrozê dicivin û got, "Her sal em hêviya xwe nû dikin. Ji ber ku ji bo gelê Kurd, Newroz tê wateya berxwedanê, daxwaza azadiyê, hêviya azadiyê. Em Newrozê pîroz dikin da ku daxwaza xwe ya azadiyê ji cîhanê re bidin nîşandan. Li her derê agir hatin pêxistin û her Kurd, her welatiyek, her kesek ku li dora wî agirî kom bûye bi daxwaza azadiyê li wir bû. Ew bi daxwaza yekîtiya neteweyî li wir bûn. Ji ber vê yekê, Newroza 2026'an Newroza azadî û yekîtiya neteweyî ya demokratîk e. Em daxwaza xwe ya herî bingehîn bi zelalî dibêjin: Em dixwazin azadiya fîzîkî û şert û mercên xebatê yên Rêberê Gelê Kurd, Birêz Abdullah Ocalan, werin misogerkirin. Em dixwazin dengê Birêz Ocalan bibihîzin, wî di nav xwe de bibînin."
Agir hate vêxistin.
Piştî axaftinan agir hat pêxistin û welatiyên ku Newrozê pîroz dikirin bi stranên hunermend Erdogan Emîr û Koma Berçem govend gerandin. Newroz bi govendê bi dawî bû.
Çewlîg
Li Çewlîgê, hejmareke mezin ji xelkê beşdarî pîrozbahiya ku li kêleka Nexweşxaneya Dewletê ya li Taxa Sarayê bi dirûşmên "Newroz a Azadî û Yekîtiya Demokratîk" hate lidarxistin bûn. Girseyê, bi govenda li ber muzîkê, bi coş û kelecan pîrozbahî li dar xist.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Faruk Hulakü di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ev ne tenê pîrozbahiyek cejnek e û got, "Îro em ne tenê pîrozbahiyên cejnan dikin. Em berxwedan, têkoşîn, nasname û zimanê bi hezaran salan ê gelê Kurd pîroz dikin. Newroz ji nû ve zayîn e. Agirê azadiyê ye ku li dijî înkar û paşguhkirinê tê pêxistin. Ev agir, ku bi Kawayê Hesinkar dest pê kir, îro li seranserê Kurdistanê berdewam dike."
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulîstan Atasoy, bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got, "Em bi çepikên ji Çewlîgê cejna Newrozê ya Birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin."
Gulistan Atasoy her wiha got, "Em hemû şehîdên ku jiyana xwe dane û hiştin ku em li van qadan Newrozê bi azadî pîroz bikin bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê bi berfirehkirina têkoşîna xwe deynê xwe yê ji wan re bidin."
Pîrozbahiyên Newrozê piştî govendên kevneşopî yên Kurdî bi dawî bûn.







