Li Edenê Newrozê bi govendê dest pê kir
- 13:09 22 Adar 2026
- Rojane
EDENE - Pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya Edeneyê, tevî hewaya baranî jî serê sibehê bi govendê dest pê kir.
Pîrozbahiyên Cejna Newrozê li Edeneyê bi dirûşma "Newroza Azadî û Demokrasiyê" dest pê kir. Newroz li Qada Şnaoya Vekirî ya Mimar Sinan li navçeya Seyhanê ji serê sibê ve dest pê kir. Tevî baranê, welatiyên ji her temenî, ji 7 heta 70 salî, bi cilên xwe yên neteweyî ber bi qadê ve meşiyan. Welatiyên ku piştî derbasbûna ji du cihên kontrolê derbas bûn, bi cilên xwe yên zer, sor û kesk dîmenek rengîn afirandin. Girseyê li gel dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Newroz" govenda xwe li dar xist.
Tê payîn ku bername bi kêliyek rêzgirtinê dest pê bike û piştre ji Komîteya Amadekar a Newrozê axaftinek bike. Çalakî dê bi axaftinên Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Türkoğlu û Parmamenter Mehmet Ruştu Tiryakî dest pê bike.
Piştî vêxistina agirê Newrozê, hunermendên herêmî û hunermend Aram Serhad dê derkevin ser dikê.







