HRANA:Li Îranê di nava salekê de 61 jin hatine darvekirin

  • 10:46 23 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN  -Li gorî rapora HRANA’yê, di nava salekê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 61 jin hatin hatine darvekirin.
 
Rêxistina Mafê Mirovan (HRANA) derbarê binpêkirinên salekê yên dijî jinan yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, raporek belav kir.
 
Li gorî raporê, ji 21’ê Adara sala 2025’an heya 21’ê Adara 2026’an, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 61 jin hatin darvekirin û cezayê darvekirinê bi ser 13 jinên din jî hatiye sepandin.
 
Hate gotin di nava vê demê de, zêdetirî 74 bûyerên destdirêjiya zayendî hatine tomarkirin, herwiha 30 bûyerên kuştina jinan jî hatine tomarkirin. Ji bilî vê 187 bûyerên tûndiya malbatê hatine tomarkirin.
 
Di heman raporê de hate gotin, 13 jin ji ber nepejirandina serpoşa bi zorê hatine binçavkirin, 4 jin hatine girtin, 11 jin jî ji bo dadgeh û wezareta îstixbaratê hatine vexwendin. Herwiha 7 jin jî ji aliyê hêzên Wezareta Îstixbaratê ve ketine ber lêpirsînê.