Li Şirnexê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
- 16:47 23 Adar 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexê ku bi deh hezaran kes tev li bû, bi gerandina govendê bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê jî meşeke girseyî hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin.
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Şirnexê ku bi deh hezaran kes tev li bûn, bi dawî bû. Di pîrozbahiyê de bênavber dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkiri û girseyê bi yek dengî stran got û li ber govend gerand. Herî dawî hunermend Yûsûf Oguz derket ser dikê û gel li ber stranên wî govend gerand. Piştî pîrozbahiyê, welatiyan meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de dirûşma "Bijî Serok Apo" hate berzkirin.







