Newroza Silopiyayê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye
- 09:06 25 Adar 2026
- Rojane
Neslihan Kardaş
ŞIRNEX - Jinên ku duh beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Silopiyayê bûn, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin, "Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me hemûyan e."
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, duh bi beşdariya bi hezaran kesan Newroz bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk" hate pîrozkirin. Jin û ciwanan, bi cilên neteweyî yên li xwe kiribûn, bandorek mezin li ser mirovan çêkirin. Di pîrozbahiya Newrozê ya bi saetan de dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo" qet nesekinîn. Tevî lêgerînên polîsan li deriyên qada Newrozê jî gel qad tijî kir.
Jinên ku beşdarî Newrozê bûn, piştgiriya xwe ji bo pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibata 2025'an de hatiye destpêkirin, tekez kirin û hêviya xwe ya bi pêvajoyê re tekez kirin.
Jinan diyar kirin ku divê rêberê Kurd azad be û gotin, "Azadiya wî azadiya me hemûyan e."
Jinan, diyar kirin ku ew dixwazin di pîrozbahiyên Nevroza 2027'an de rêberê xwe li meydanan bibînin û bang li dewletê kirin ku tedbîran bigire.







