Laura Gréaume: Em piştgiriyê didin hewldanên aştiyê yên Abdullah Ocalan
- 10:23 26 Adar 2026
- Rojane
Semra Turan -Gülistan Gülmüş
HABER MERKEZİ – Endama Komeleya Dostanıyê ya Kurdistanê Laura Gréaume, diyar kir ku ew piştgiriya heldanên aştiyê yên Abdullah Ocalan dikin û got, "Girse û coşa li qadên Newrozê nîşaneya yekitiya gelê Kurd a li çar aliyên Kurdistanê ye."
Endama Komeleya Dostaniya Fransa-Kurdistanê Laura Gréaume û endama Partiya Demokrat a Sosyalîst a Kurdistanê,ku beşdarî pîrozbahiyên dîrokî û bi coş ên Cejna Newrozê ya Amed bûn, hest, raman û çavdêriyên xwe bi JINNEWSê re parve kirin.
Endama Komeleya Dostaniya Fransa-Kurdistanê Laura Gréaume , diyar kir ku komeleya wan di sala 2013'an de piştî kuştina sê siyasetmedarên jin ên Kurd, Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez, li Parîsê hatiye damezrandin û ew li seranserê Fransayê dixebitin da ku daxwazên gelê Kurd eşkere bikin.
'Em hewl didin ku li Fransayê bibin dengê gelê Kurd'
Laura Gréaume diyar kir ku cara 2'emîn e li Amedê beşdarî Cejna Newrozê dibe û destnîşan kir ku pîrozbahiyên îsal ji ber banga Abdullah Ocalan ji bo wan xwedî girîngiyek taybet in. Laura Gréaume got, "Ji ber vê yekê komeleya me ji bo piştgiriya danûstandinên aştiyê û banga Ocalan hatiye vir. Em li vir in da ku hevgirtina xwe bi gelê Kurd re nîşan bidin. Em hêvî dikin ku di danûstandinan de pêşketin çêbibe."
'Em azadiya Ocalan dixwazin'
Laura Gréaume, tekez kir ku komele piştgiriyê dide banga Abdullah Ocalan û anî ziman ku ev bang dibe alîkar ku daxwaza gelê Kurd a ji bo demokrasiyê bêtir were bihîstin. Laura Gréaume got ku ev bang dikare encamên girîng ji bo Kurdên ku li gelek welatan, bi taybetî li Îran, Iraq û Sûriyeyê dijîn, hebe. Laura Gréaume got, "Em bawer dikin ku ev alternatîfek ji bo hikûmeta Tirkiyeyê pêşkêş dike. Em bi tevahî piştgiriyê didin banga Öcalan û azadiya wî dixwazin."
'Em ji bo xurtkirina hevgirtinê tên Newrozê'
Laura Gréaume, diyar kir ku Komeleya Dostaniya Fransa-Kurdistanê beşdarbûna her sal a li Newrozê girîng dibîne û destnîşan kir ku ev hem ji bo parastina mafên jinan û hem jî ji bo mafên gelê Kurd watedar e. Lara Gréaume anî ziman ku wekî komeleyek, ew dixwazin berdewam bikin ku werin Newrozê da ku hevgirtina xwe bi awayekî berbiçav nîşan bidin û hevkariyên di navbera saziyan de pêş bixin.
Laura Gréaume her wiha diyar kir ku ew dixwazin piştgiriyê bidin xebata ku li herêmê tê kirin û ew hewl didin ku têkoşîna ku ji hêla Kurdan ve li ser asta neteweyî tê meşandin eşkere bikin. Laura Gréaumegot ku ew her wiha hewl didin rayedarên hilbijartî yên li Fransa û Parlamentoya Ewropayê li ser vê mijarê agahdar bikin û seferber bikin.
'Helwesta bi hezaran kesan helwesta yekîtiya Kurdistanê ye'
Nigar Mihemed, ku li ser navê Partiya Demokrat a Sosyalîst a Kurdistanê beşdarî Newrozê bû, bal kişand ser coşa li qada Newrozê û got ku ev atmosfer li her çar perçeyên Kurdistanê belav dibe. Nîgar Mihemed got, "Heyecaneke mezin heye. Ev coş li her çar perçeyên Kurdistanê jî belav bûye. Ez hêvî dikim ku ev atmosfer aştî, demokrasî û wekheviyê bîne hemû welatan. Ji aliyekî din ve, helwesta bi hezaran kesên ku li qada newrozê kom bûne, helwesteke yekîtîyê ye ji bo her çar aliyên Kurdistanê. Bi vê boneyê, ez hêviya yekîtîya her çar perçeyên Kurdistanê dikim. Bila Kurd yekgirtî bin da ku aştî û azadî bê ser van axan."







