Nejla Demîr: Bêyî jinan civak azad nabe

  • 09:05 27 Adar 2026
  • Ramyarî
Buşra Turan
 
AGIRÎ - Parlamentera Partiya DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr, diyar kir ku li Rojhilata Navîn bêyî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, pirsgirêk çareser nabin û got"Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan di nav gel de jî xwe daye der. Îro, avakirina civakek aştiyane û demokratîk tenê bi felsefeya rizgariya jinan mimkun e."
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Tirkiye û Kurdistanê bi salan e di bin siya tecrîd, zilm û polîtîkayên şerê taybet de berdewam dike. Jin herî zêde ji van polîtîkayan bi bandor dibin ku ev polîtîka herî zêde bi paşguhkirina ziman, nasname û îradeya civakî têne pêşxistin. Di qonaxa nû ya berxwedanê de, ji grevên birçîbûnê bigire heta çalakiyên gel, rêxistinkirina jinanku li dora felsefeya "Jin jiyan azadî"  pêş dikeve, tevî hemû astengiyan jî hêza herî stratejîk ji bo veguherîna civakî û aştiyê berdewam dike.
 
Parlamentera Agiriyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, tecrîd û rola jinan di avakirina civakê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
'Bêyî çareserkirina pirsgirêka kurd hûn nikarin bahsa azadiyê bikin'
 
Nejla Demîr diyar kir ku pratîkên tecrîdê berî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li girtîgehan û di civakê de pir belav bûne û ev pêvajo bi çalakiyên gel veguheriye qonaxek din. Nejla Demîr got, "Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan dest pê kir piştî demekê bandor li ser gel bi xwe kir û mezin bû.. Pêvajoyek serhildanê dest pê kir ku vê bi grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî di girtîgehan de dest pê kir û bi çalakiyên di nav gel de berdewam kir. Li gel vê, li seranserê welêt, li Tirkiye û Kurdistanê, rêxistinbûneke xurt a gel çêbû, gel daket kolanan û çalakî pêk anîn da ku daxwaza rakirina şert û mercên tecrîdê, misogerkirina azadiya Ocalan ya fîzîkî û destpêkirina danûstandinên demokratîk bê kirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo hemû civakên Tirkiyeyê pir girîng e. Niha  siyaseta cîhanê ji nû ve tê bi teşekirin, ji ber ku Rojhilata Navîn wekî kazanek kelandî ye û di hawîrdorek siyasî de ku Kurd hêmana sereke ne, mirov nikare bêyî ku behsa aştiyê, di serî de çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û çareserkirina pirsgirêka Kurd, behsa civatek demokratîk bike."
 
'Guhertin û veguherîn pir girîng in'
 
Nejla Demîr diyar kir ku avakirina civakek demokratîk ne tenê bi rêziknameyên qanûnî û siyasî, di heman demê de beşdariya gel di pêvajoyê de jî hewce dike û anîz ziman kku guhertin û veguherîn hem ji bo dewletê û hem jî ji bo civakê pêwîst in. Nejla Demîr got, "Civakek demokratîk, ango civakek ku gel di her warî de beşdar be, xwedî gotin be û bikaribe di astên rêveberiyê de, li derveyî hikûmetek navendî, ramanên xwe bibêje, divê were avakirin. Ji bo vê yekê, bi tevahî pêdivî ye ku mirov dev ji wan rêziknameyên kevn, şêweya kevn a hikûmetê û şêweyê revebirina berê berde, veguherînek pêwîst e, hem ji bo dewletê û hem jî ji bo gel bi xwe. Banga Abdullah Ocalan a îro ji bo partiya wî ku çekan deyne ne tenê radestkirina fîzîkî ya çekan e. Ew di heman demê de nîşanek e ku hemû astên siyasî û hemû avahî hewce ne ku ji hêla raman, zîhniyet û dibe ku di pêşerojê de jî bi fîzîkî veguherînek derbas bikin. Ji ber vê yekê, ev diyardeyên bi hev ve girêdayî ne ku hevûdu xurt dikin. Niha, li gorî agahdariya ku piştî hevdîtinên Îmraliyê ji me re hatî şandin, em dizanin ku Birêz Abdullah Ocalan pir dixebite, heta wê astê ku roj ji bo wî ne bes e ku ramanên nû biafrîne; ew bi kelecan li benda roja din e ku li ser ramanên nû yên ku ew li ser difikire û hildiberîne bixebite, ji kêliya ku ew şiyar dibe ve li ser wan dixebite. Di bingeh de, ew dibêje ku tiştê sereke ku wekî encama hemû xebatên wî derketiye holê, civakeke demokratîk e.Ger em ê li ser civakê, li ser aştiyê biaxivin, esas, bingeha van hemûyan jin in."
 
'Perspektîfa jinan civakê ber bi guhertin û veguherînê ve dibe'
 
Nejla Demîr, bi taybetî li ser rola diyarker a ku jin di guhertina civakî de dilîzin, diyar kir ku divê jin ji hêza xwe haydar bibin û civakê re pêşengiyê bikin. Nejla Demîr got, " Birêz Abdullah Öcalan di peyama xwe de dibêje, 'Di avakirina avahiya civakî ya yekem de, perspektîfa jinan, ramanên jinan, hêza jinan di guhertin, veguherîn, sêwirandina wê civakê, parastina xwe û avakirina jiyaneke nû de girîng e.' Ew dibêje ku divê jin pêşî ji vê yekê haydar bin ku divê ew pêşî fêm bikin ku divê ew di civakê de li ku binû dema ku pêşengiyê ji civakê re dikin divê hêza xwe ji ku derê bistînin. Ji bo vê yekê, ew dibêje, hûn hewce ne ku berî her tiştî vegerin cewherê xwe. Ew vê peyamê dide jinan: Tu kêliyek an demê winda nekin, xwe biguherînin, xwe veguherînin, bixwînin, fêr bibin, xwe perwerde bikin. Ger hûn bi perspektîfên nû, cûda, bêtir zana dest pê nekin, wê rojê wekî ku hatiye jiyîn nehesibînin."
 
'Polîtîkayek alavkirina jinê tên meşandin'
 
Nejla Demîr, destnîşan kir ku perspektîfa kapîtalîst di şekildana polîtîkayên jinan de diyarker e,û tekez kir ku pêwîstî bi xurtkirina rêxistina jinan heye. Nejla Demîr got, "Îro, tiştê ku hem siyaseta cîhanê û hem jî polîtîkayên jinan li Tirkiyeyê bi teşe dike perspektîfeke kapîtalîst e. Siyasetek li ser bingeha jiyaneke bêhest û alavkirin û têgihîştina çawaniya bazarkirina wê jiyanê tê meşandin. Mixabin, jin, bi taybetî di vî warî de, beşek ji alavkirinê ne. Ew jiyan û siyasetek e ku ji hêla pergaleke serdest a mêran ve tê ferzkirin ku jin bindest kirine, wan paşguh kiriye û ji civakê veqetandine. Li vir jî ji bo ku polîtîkayên jinan civakek çêtir bi awayekî ku bi cewherê xwe re rast be û ji hêla jinan ve were bihêzkirin biafirînin, hişmendî divê derkeve holê û bi wê hişmendiyê were bicîhanîn. Niha, em dikarin ji bo siyasetmedarên jin di vî warî de çi bikin? Tiştê sereke ku em dikarin bikin ev e ku em zêdetir bi jinan re werin cem hev û li ser rêxistinkirina jinan bixebitin. Ji ber ku divê em hişê hev vekin, perspektîfên hev fireh bikin. Ji bo vê yekê, derfet û îmkanên girîng hene ku Birêz Abdullah Ocalan pêşkêşî me jinan kiriye. Felsefeya Jin Jiyan Azadî felsefeyek e ku îro şêweya rêxistina me bi teşe dike û wê digihîne astek girîng. Ew felsefeyek e ku li seranserê cîhanê deng vedide û bersivek dibîne ye. Ji ber vê..Bi wergirtina hêzê ji vê perspektîfê, em dikarin çalakiyên xwe yên rêxistinî bêtir xurt bikin."
 
'Civakek azad bê jin ne mumkin e'
 
Nejla Demîr diyar kir ku pêvajoyek dîrokî di rê de ye û divê rola jinan di vê pêvajoyê de bi awayekî rast were fêmkirin,û girîngiya tevgerîna hişmendî û rêxistinkirî ya jinan tekez kir. Nejla Demîr got, "Di vê gavê de, divê em bixebitin û çalakiyan bikin. Civakek azad bê jin ne mumkin e. Birêz Abdullah Öcalan jî bi taybetî vê yekê dibêje. Civakek bê jinên azad nikare azad be. Bi vê hişmendiyê, divê em her gavek ku em diavêjin bi baldarî binirxînin. Dewlet û hikûmet polîtîkayên şerê taybet dimeşînin, bi taybetî bi rêya medyaya civakî. Divê em hişyar bin. Em nikarin sedsalek din ji ber van polîtîkayên qirêj winda bikin. Ji ber vê yekê, divê em li ser vê yekê bifikirin ka em çawa dikarin hêza hevdu bêtir zêde bikin."