Ayşe Gokkan nehat berdan!
- 14:37 26 Adar 2026
- Hiqûq
AMED - Berdevka berê ya TJA'yê Ayşe Gokkan a di rûniştina 4'emîn a doza jê jinûve tê darizandin de tevî ku dozger û parêzer berdana wê xwestin nehat berdan.
Derbarê Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a berê Ayşe Gokkan de bi hincera “endamtiya rêxistinê” bi sûcdariya “Bi zanebûn û xwestin piştgirya rêxistinê kirinê” yek jê 12 sal yek jî 7 sal 6 meh 2 cezayên hefsê hatibûn birîn. Dadgeha Bilind xwest Ayşe Gokkan ji nû ve were darizandin. Danişîna 4'yemîn a dozê ku Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat dîtin de Ayşe Gokkan bi Pergala Deng û Dîmen (SEBGÎS) tevli danişînê bû. Parêzer Berfîn Lutfiye Gokkan, Ozum Vurgun û Muharrem Şahîn jî di danişînê de amade bûn. Malbata Ayşe Gokkan, endamên Platforma Yekîtiya Jinên Kurd û gelek aktîvîstên TJA’yê danişîn şopandin.
Ayşe Gokkan a ku di parastina xwe de tahliyeya xwe dubare kir û got ku ew parastinên xwe yên berê careke din dubare dike. Ayşe Gokkan her wiha bal kişand ser pêvajoya aştiyê û destnîşan kir ku bila tu kes nebin qurbanê provakasyonan. Ayşe Gokkan wiha domand, “Îro di şexsê min de TJA tê darizandin. Berxwedana jinên kurd tê darizandin. Ez vê yekê qebûl nakin.”
Piştre parêzeran parastin kir û tahliyeya Ayşe Gokkan xwestin. Meqama îdîayê jî tahliyeya Ayşe Gokkan xwest.
Piştî navbera hat dayîn derbarê Ayşe Gokkan de biryara tahliyeye nehat dayîn. Doz taloqê 19’ê Hezîranê hat kirin.







