Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin
- 16:35 26 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê zarokeke keç bi fîşeka li serî ketî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyeyê zaroka 13 salî ji ber fîşeka li serê wê ketî, bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku derengiya şevê li gundê Kanî Spîkeyî ya ser bi navçeya Seyîdsadiq Hestî Îsmaîl (13) bi awayek bi guman gule li serê wê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.
Hat gotin ku têkildarî bûyerê heta niha ti kes nehatiye binçavkirin û lêkolîna li ser bûyerê dewam dike.







