Girtin û binçavkirin hatin protestokirin

  • 14:29 28 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Saziyên Demokratîk ên Erzirom û Mûşê bertek nîşanî girtin û binçavkirinên piştî Newrozê dan û xwestin ev zext tavilê bên bidawîkirin. 
 
Bertekên li dijî girtin û binçavkirinên piştî pîrozbahiyên Newrozan, her ku diçe zêde dibin. Li Erzirom û Mûşê girtin û binçavkirin hatin protestokirin. 
 
Erzirom 
 
Pltaforma Saziyên Demokratîk a Erziromê, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Erziromê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Sepanên zextker bi dawî bikin, girtiyan berdin” hate hilgirtin. Daxuyanî, ji hêla Hevserokê DBP’a Erziromê Ramazan Karakaş ve hate xwendin. 
 
Karakaş, diyar kir ku di Newroza îsal de daxwazên azadî, piştevanî û wekheviyê derketine pêş û qonaxeke dîrokî bû. Karakaş, got: “Dixwazin coşa gel a Newrozê di bin siyas van nêzikatî û sepanên zextker de bihêlin. Domandina van zextan, hêviya aştiya civakî û hesta baweriyê tune dike. Ji bo aştiya civakî û hesta baweriyê ya civakê, divê ev zext bên bidawîkirin, ciwanên girtî bên berdan.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû. 
 
Mûş
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê jî li navçeya Kopê li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Endamê Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAY-DER) Şakir Kandemîr di daxuyaniyê de axivî û got: “Divê ev zext tavilê bên bidawîkirin û ciwanên me bên berdan. Em careke din bi awayekî hêz daxwaza cîbicîkirina edaletê dikin.” 
 
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.