Mûşekên pembe yên li dijî Jin Jiyan Azadî!
- 10:45 29 Nîsan 2026
- Ji Pênûsa Jinan
"Di pêvajoya Jin Jiyan Azadiyê de ji bo rewakirina siyaseta xwe û qanûnên xwe yên li dijî jinan, mijara hîcabê pîroz kirin. Li dijî vê tevgera fikrî û çandî dest bi propagandaya malbat û girêdana jinan a korkorane bi malbatê û mêran ve kirin. Jinên pêşengiya şoreşa Jin Jiyan Azadiyê kirin jî wek dijberên xwedê û ewlehiya welat pênase kirin."
Gelawêj Ewrîn
Di pêvajoya Jin Jiyan Azadiyê de ji bo rewakirina siyaseta xwe û qanûnên xwe yên li dijî jinan, mijara hîcabê pîroz kirin. Li dijî vê tevgera fikrî û çandî dest bi propagandaya malbat û girêdana jinan a korkorane bi malbatê û mêran ve kirin. Jinên pêşengiya şoreşa Jin Jiyan Azadiyê kirin jî wek dijberên xwedê û ewlehiya welat pênase kirin.
Rejîma Îranê rejîmeke li dijî jinê ye. Mirov temaşeyî qanûnan bike, ji serî heta binî li dijî jinan hatiye dariştin. Qanûn li gor şerîeta îslamê ne. Herî zêde mijara hîcabê-xwepêçanê dibe rojev. Lê gelek xalên din ên di qanûnên Îranê de hene, li dijî jinan in. Rejîma Îranê di şer de darbeyek mezin xwar. Ji bo wê jî serî li rêbazên cuda dide. Di serî de mijûlkirina bi rêya muzakereyan, xapandina raya giştî. Ya herî esasî jî bikaranîna civakê bi taybet jinan ji bo xwe li ser piyan bigire. Lê herkes bi taybetî jinên îranî dizanin ku rejîma Îranê herî zêde ji jinan ditirse ji bo wê jî zextê li jinan dike. ji bo fêmkirina rewşê girîng e em behsa çend xalên di qanûna esasî ya Îranê de bikin;
Li gor qanûna zewacê temenê zewacê ji bo jinan 13 sal ye. Ew jî bi destûra bav û dadgehê ye. Lê di qanûna zewacê de tiştek bi navê sîxe (zewaca demkurt) heye ku ew jî ji bo xirakirina exlaqê civaka Îranê hatiye danîn ku her melayek dikare vê zewacê erê bike ku pêk bê.
Mafê hevberdanê her tim bi mêr re ye. Jin di rewşên taybet de ku êdî bi belge were îspatkirin ku zextê li jinê dike, dikare daxwaza hevberdanê bike.
Mêr dikare bi 4 jinan re bizewice. Berpirsyariya zarokan heta ku biçûk in li ser milê dayikê ye. Lê piranî divê li gel bavê xwe bimînin. Di hemû qanûnên Îranê de jin nîvê mêr e, hem di şahidiya dadgehan de hem di jî mafê mîrasê de. Ango du jin dibin mêrek! Jin neçar e serê xwe di cihên giştî de bigire. Bê mêr û destûra wî nikare biçe derveyî welat an jî hinek kar divê bi destûra mêr bên kirin. Nikare bibe dozger, serokkomar û serokwezîr. Tenê dikare bibe parlamenter. Jixwe dema mirov li van qanûnan mêze dike, fêm dike ka çima jinên Îranê ewqas li dijî vê rejîmê ne û dixwazin were guhertin. Li gel van hemû qanûnan jin li Îranê hêza herî pêşeng di hemû qadên jiyanê de ne. Ji çand û hunerê bigire heta gelek qadên civakî û siyasî jinên îranî ti caran li dijî van qanûnên mêrsalar serî netewandin. Jinan hemû qadên jiyanê kirine qadên tekoşîna li dijî van qanûnan.
Niha jin herî zêde di qada siyaset, xweparastin û aboriyê de bi gelek berbest û zehmetiyan re rû bi rû ne. rejîmên mêrsalar û pergalên desthilatdar her tim jinan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Bi taybetî dema dikevin tengaviyê hawara xwe bi jinê tînin lê di rewşa asayî de kuştin, qetilkirin û girtina jinan rewa ye. Jixwe ya herî bi xeter ew bikaranîn e, wer dide xuyakirin ku maf dide jinan. Jin di ti qadê de xwedî gotin nîne û rojane tekoşîna vê dide. Lê niha ku rejîm di şer de ketiye tengasiyê nû ketiye bîra hurmetdayîna ji jinan re. Ev sextekarî û durûtiya rejîmekê ye ku bi hezaran jin bê pirs û îfade birine ber sêdareyê. Bi hezaran jin hêj di girtîgehan de ne û çarenûsa wan ne diyar e. Rejîma ku di nav du rojan de bi hezaran jin di nav kolanan bi hovane qetil kirin. Ew rejîme ku ji bo tayek porê wê, keça kurd Jîna Emînî bi armanca kuştinê lê da û qetil kir. Jinên ji bo parastina xwe kesên kujer û qatil kuştine, bê ku ji mêr hesab were xwestin, ew jin di wê kêliyê de hatiye darvekirin, mînaka Reyhan Cebarî hêj li pêş çavê me ye ku çawa darve kirin. Niha jî ev rejîma kujer behsa girîngiya jin di parastina welat de dike.
Bi rojane hinek jin daxistine kolanan û çek dane destê wan, qaşo waya ev jin leşker in û wê welat biparêzin. Ev dîmen şerm û rûreşiya rejîma binketî û têkçûyî ye. Civaka Îranê ber bi rojên tarî ve dibe. Em dizanin jin her tim di çarşefa reş de veşartiye û li derveyî reş ti reng hêjayî wê nedîtiye, niha mûşek û çekên bi rengê pembeyî derxistine meydanê. Mûşekên pembeyî amûreke bi xeter a îdeolojîk e li dijî şoreşa Jin Jiyan Azadiyê. Ji bo tayek por, jin hêj di girtîgehan de ne, niha leşkerên bi unîformayên taybet ku porê wan ji derve ye, derdixin pêş. Rejîma ku tevahiya welat milîtarîze kiriye, bi destê sipahê pasdaran bihust bi bihusta welat xistiye bin serweriya xwe, dixwaze bi jinan re tevahiya civaka Îranê ber bi pêvajoyek bixeter ve bibe. Hinek rêxistinên jinan girêdayî sipahê pasdaran hene, wek jinên besîc ku hezar û yek nav li xwe kirine, mixabin ji bo armancên qirêj ên rejîmê tên bikaranîn. ,
Di pêvajoya Jin Jiyan Azadiyê de ji bo rewakirina siyaseta xwe û qanûnên xwe yên li dijî jinan, mijara hîcabê pîroz kirin. Li dijî vê tevgera fikrî û çandî dest bi propagandaya malbat û girêdana jinan a korkorane bi malbatê û mêran ve kirin. Jinên pêşengiya şoreşa Jin Jiyan Azadiyê kirin jî wek dijberên xwedê û ewlehiya welat pênase kirin.
Vê rejîmê her tim jin bi jinan daye kuştin. Karekterê pergalên desthilatdar bi vî rengî ye jixwe; nakokiyan kûr dike û civakan berdide pêsîra hev. Paşê ji dûr ve temaşeyî şer û nakokiyên wan dike, yan jî wan bi hev dide şerkirin. Bi vî rengî temenê xwe jî dirêj dike. Ev hunera rejîma Îranê ye jî. Jinên besîc bi salan wek xaheranên (xwişkên) Zeyneb û Zehra li dijî tevahiya jinan hatin bikaranîn. Rejîm dixwaze hêza jinan, hestên jinan û bawerî û fikra jinan bi temamî parçe parçe bike ji bo ku jin nikaribin werin gel hev. Mebesta rejîmê milîtarîzekirina jinan û dijberiya şoreşa Jin Jiyan Azadiyê ye.
Hêzên sermayedar ên cihanî û berdevkên wan ên herêmî bi Îranê re muzakereyan dikin. Daxwazên wan pêk werin wê bi rejîma heyî re berdewam bikin. Ev rejîm û qanûnên wê yên mêrsalar misoger divê werin guhertin. Gelên Îranê di oxira vê guhertinê de bi hezaran bedel dan û didin. Rejîm demên wisa yên muzakereyan ji bo xwe wek derfet dibîne, komên radîkal, milîtarîst û tundrew zêdetir bi rêxistin dike. Ji bo vê jî herî zêde jinan bi kar tîne. Ev hewldanek e ji bo ku şoreşa Jin Jiyan Azadiyê bi pêş nekeve û careke din jin serî ranekin.
*Çavkanî: Rojnemeya Azadiya Welat







