ROJEVA 02'Ê GULANA 2026
- 09:00 2 Gulan 2026
- Rojev
* Li tenişta Çemê Dîcleyê darên Baxçeyên Hewselê kulîlk vekirine, rengên keskahî yên cuda xwe li her çar alî bajar pêçayî. BI DÎMEN
* Îtîraza bi pêşengiya jinan a li dijî projeyên ku xwezaya Dêrsîmê tune dikin, her diçin mezin dibin. Jinan diyar kirin ku ew ji Munzurê heta Duzgun Baba wê dest nedin pîroziyên wan û banga mezinkirina têkoşîna hevpar a li dijî talanê kirin. BI DÎMEN
* Biraziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Berfîn Ocalan da zanîn ku divê şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan pêk bên û got: “Em serokatiya xwe ligel xwe dixwazin. Em dixwazin tecrîd bidawî be û hemû girtî azad bin.” BI DÎMEN
*Shîreen Alshoufî ku şano di nav şer û bêpariyê de veguherand qadeke berxwedanê, sehneyê wekî rêyek bihêz dibîne da ku hem çîroka xwe û hem jî jiyana kesên ku dengê wan nayê bihîstin vebêje. BI DÎMEN
*Sekretera Mala Gel Çîgdem Serîn mirina bi guman a Îlayda Zorlu nirxand û da zanîn ku lêgerînên ji aliyê polîsan ve li malan tên kirin li ser jinên ciwan veguheriye alava zextê û got: “Mirin çawa pêk hat. Em vê qetilkirinê wek marîfetê malbat-dewlet û polîs dinirxînin.” BI DÎMEN








