Li gumanbarê ku Melîha Keskîn qetil kir cezayê muebeta giran

  • 18:24 30 Nîsan 2026
  • Hiqûq
KAYSERÎ - Li gumanbar Ferhat Karakaya ku Melîha Keskîn qetil kir, cezayê muebeta giran hat birîn.
 
Li gumanbar Ferhat Karakaya di 23’ê votmehê de xwendekara Zanîngeha Erciyesê Melîha Keskîn di têketina avahiya fakulteyê de qetil kiribû.Sêyemîn runiştina doza ku gumanbar jê dihat darizandin hat dîtin.
 
Dozgerê runiştinê mutalaya xwe ya runiştina berê dubare kir û ji bo gumanbara ji sûcê ‘Bi qestî kes kuştin’ cezayê muebetê xwest.
 
Heyeta dadgehê cezayê muebetê li gumanbar birîn û ceza danexist.