Li dijî tayînkirina qeyûm 270 roj in têdikoşe
- 09:09 30 Nîsan 2026
- Ked/Aborî
Rozerîn Gultekîn
WAN - Berîvan Tîbelek ya ku ji aliyê qeyûm ve cara duyemîn ji kar hat derxistin û li dijî vê berxwedana xwe didomîne wiha got: “Ev 270 roje em li dijî ji kar avêtinê ya bi awayekî dijhiqûqî pêk hatiye, têkoşîna xwe didomînin. Di encama têkoşîna 223 karkerî qirkirina qeyûman hat sekinandin.”
Li Kurdistan û Tirkiyeyê di 2016’an de bi tayînkirina qeyûman re keda jinê hat xespkirin û bû sedema binpêkirina mafan a li hember karkeran. Piştî hilbijardinên 31’ê Adara 2024’an şûnde di 15’ê Sibata 2025’an de qeyûm tayînê şaredariya bajarê Mezin a Wanê hat kirin. Bi biryara qeyûm Ozan Balci re di 29’ê Tîrmeha 2025’an de 10 jê astengdar 223 karker ji kar hatin avêtin. 223 karkerên bi kêfî ji kar hatin avêtin ev 267 roje berxwedana xwe didomînin.
Yek ji karkerên ji kar hat avêtin Berîvan Tîbelek bû. Berîvan Tîbelek ber bi 1’ê Gulanê ve berxwedana ku saleke didomînin ji ajansa me re vegot.
Berîvan Tîbelek daxuyakirin ku ji aliyê qeyûmê dema berê jî ji kar hatine avêtin û vê rewşê cara yekemîn najîn û wiha got: “Bi telefonê li me geriyan û gotin hûn ji kar hatine derxistin. Mafê kar a 223 kesî hat feshkirin. Em nan û keda me tehîd kirin. Ev pergala Fîravun e. Em wek çîna karkeran ku pirsgirêkên cidî yên krîza aborî dijîn, van şertan em hîn bêtir dan zorê. Nav me de yên bi vê mûçeyê tenê debare dikirin hebûn. Yên di kirê de hebûn. Em bi KoD-22 ji kar hatin avêtin. Ev jî tê wateya em li tu derê bi SGK nikarin bixebitin. Têkoşîna me ya li dijî vê didome. Em ji kar hatin derxistin li şûna wan kesên nêzî AKP’ê girtin kar.”
Du caran ji aliyê qeyûman ve ji kar hat avêtin
Berîvan Tîbelek destnîşan kir ku pêvajoya hiqûqî ya ku dimeşînin li gorî wan encam bibe jî keda wan dîsa hatiye xespkirin û wiha dirêjî dayê: “Bi biryara dadgehê em radestê kar bên kirin jî pêkanîna kêfî li holê ye. Belê tu bi serketibî jî dibêjin em te nagirin. Di vî alî de hevalekî me doza radestbûna kar qezenc kir lê negirtin da. Ev du care ez ji aliyê qeyûm ve bi awayekî dijhiqûqî ji kar têm avêtin. Qeyûman ewil keda jinê hedef girt. Em ewil bi mobîngên cidî re hatin rû hev, piştre em surgunê cihên din kirin. Piştre jî keda me ji me dizîn. Ji bo jinan bişînin malên wan wisa kirin. Lê em ê li dijî vê her cureyê têkoşîna xwe bimeşînin.”
Berxwedana ku 270 roj in didome…
Berîvan Tîbelek di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî ji kar hatine avêtin dest bi têkoşînê kirine û wiha dawî lê anî: “270 em li dijî vê dijhiqûqiyê têdikoşin. Bi pêşengiya sendîka xwe DÎSK GENEL-Îş em çalakiya xwe didomînin. Heta ku keda me ya hatiye dizîn neyê radestkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ger ku me berxwe nedabûna wê berdewamiya vê bihata. Di encama têkoşîna 223 karkerî de qirkirina karkeran hat rawestandin. Em ê di 1’ê Gulanê Roja Karkeran de dengê xwe bilind bikin. Niha em bi hêviya aştiyê 1’ê Gulanê pêşwazî dikin. Em ê wê rojê li qadan bin û dengê xwe ji bo piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bilind bikin. Bijî 1’ê Gulanê.”









