Dayikên Aştiyê: Em hêvî dikin bingeha diyalogan xurt bibe

  • 10:17 10 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê di daxuyaniya xwe ya têkildarî serdanên xwe yên li Enqereyê wiha got, "Em wekî dayik daxwaz dikin ku rêyên diyalogê werin vekirin û zemîna nîqaşê were xurtkirin da ku aştî û çareserî pêk were."
 
Dayikên Aştiyê derbarê serdanên xwe yên bi partiyên siyasî yên li Enqerê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de peyama "Em hêvî dikin bingeha diyalogan xurt bibe" hat dayin. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Em wek Dayikên Aştiyê, bi boneya Roja Dayikan di serdanên xwe de spasiya CHP, Partiya DEVA, Partiya Gelecek, MHP, AK Parti û Partiya Saadetê dikin ku guh dane daxwaza aştiyê ya jin û dayikan, bi dilgermî em pêşwazî kirin û deriyê diyalogê vekirî hiştin.
 
Em bawer dikin ku hevdîtinên me ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girîng û bi hêvî derbas bûne. Daxwazên me yên bingehîn ên ku me di dema hevdîtinan de anîne ziman ev in: Avêtina gavên siyasî û hiqûqî. Destpêkirina "mafê hêviyê" (derfeta berdana bi şert) ji bo Abdullah Ocalan ku di girtîgehê de girtî ye; me ev wekî mecbûriyeke hiqûqî û perçeyek ji pêvajoya aştiyê daxwaz kir. Avakirina pêşerojeke demokratîk ku êdî tu dayik negrîn, tu ciwan nekevin binê axê û gel di jiyaneke wekhev, azad û bi rûmet de bigihêjin hev. Em wek dayik difikirin ku aştiyeke birûmet û mayînde ne tenê ji bo herêmekê, ji bo 86 milyon mirovên ku li Tirkiyeyê dijîn nebenabî ye.
 
Wek dayikên ku bi salan e êşên polîtîkayên şer kişandine, bi êşa keç û kurên xwe hatine cezakirin lê dest ji jiyan û aştiyê bernedane; em dixwazin rêyên diyalogê bên vekirin, zemîna çareseriya demokratîk xurttir bibe û astengiyên li pêşiya rêyên hevdîtinê bên rakirin. Di dema ber bi Roja Dayikan de, hestiyarî û îradeya çareseriyê ya ku me ji beşên cuda yên civakê dît, di dilê me dayikan de bûye hêvî.
 
Em jin û dayik dizanin ku şer herî zêde birînê di jiyana jinan de vedike. Ji ber vê yekê parastina aştiyê, di heman demê de parastina jiyan, wekhevî û pêşeroja azad e. 
 
Em bawer dikin ku têkoşîna ku bi keda jinan û bi biryardariya dayikan a ji bo aştiyê mezin dibe, dê ji bo jiyana hevpar a gelan zemîneke bi hêz ava bike.
 
Di vê çarçoveyê de me di hevdîtinan de diyar kir ku daxwazên me yên hevdîtina bi birêz serokkomar, birêz Devlet Bahçelî û Birêz Abdullah Ocalan re hîn jî derbasdar e. Em dayik, ji bo pêşketina aştî û çareseriyê, daxwaza vekirina rêyên hevdîtinê û xurtkirina zemînên diyalogê dikin.
 
Di vê pêvajoyê de em spasiya DEM Partiyê û her kesê ku keda wan heye dikin ku em bi tenê nehiştin, piştgiriya me mezin kirin û di pêkhatina hevdîtinan de roleke hêsankar lîstin.
 
Em wek Dayikên Aştiyê; dê li dijî şer jiyanê, li dijî înkarê rastiyê û li dijî tunnehesibandinê biratiya gelan biparêzin. 
 
Em baweriya xwe ya ku civaka demokratîk û aştiya birûmet dê bi pêşengiya jinan mezintir bibe, diparêzin.
 
Jin, jiyan, azadî. "