FEDA û DAKB: Zimanê Dayikê nayê qedexekirin!
- 16:05 14 Gulan 2026
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - FEDA û DAKB’ê, bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek hevpar dan û gotin, “Zimanê Kurdî şeref, bîranîn û siberoja gel e. Parastina zimanê dayikê, di heman demê de parastina demokrasiya pirrengî û jiyana hevpar e.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk (DAKB), bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek hevpar dan.
Di daxuyaniya FEDA û DAKB’ê de ev tişt hatin gotin:
“Em Roja Zimanê Dayikê ya 15’ê Gulanê pîroz dikin û dixwazin diyar bikin ku zimanê Kurdî mafê herî bingehîn ê mirovan e ku divê azadiya wê were bidestxistin.Ji ber vê sedemê; em hemû kesên ku ji bo ziman, çand û nasnameya xwe têdikoşin, bi taybetî gelê Kurd, bi rêz û silavê pîroz dikin.
Ziman; bîranîn, nasname, dîrok û ruhê gelekî ye. Zimanê dayikê jî pêwendiya yekem a mirovan bi cîhanê re ye, yekem hest û yekem vegotina ramanê ye. Ji ber vê yekê, karibûna axaftina azad a zimanê dayikê, fêr bûn, hilberandin û veguhestina wê ji nifşên siberojê re yek ji mafên herî bingehîn ên mirovî û demokratîk e.
Hevalên hêja, Zimanê Kurdî, wek yek ji zimanên kevnar ên Mezopotamyayê, bi sedsalan berhemeke mezin a çandî afirandiye; ji dengbêjiyê heta edebiyatê, ji folklorê heta dîroka devkî, mîraseke berfireh gihandiye roja îro. Lê tevî vê dewlemendiya dîrokî û çandî, zimanê Kurdî ji bo demeke dirêj rastî siyaseta înkarkirin, qedexekirin, zordestî û asîmîlasyonê hatiye.
Di çarçoveya Peymana Lozanê de mafên hindikên ne-misilman li Tirkiyeyê bi awayekî sînorkirî hatine naskirin; lê ev maf ji aliyê dîrokî ve bi awayekî teng hatine şîrovekirin. Di Lozanê de bi taybetî Kurd, bi şiklê ku di bin nasnameya Tirk û Îslamê de hatine hesibandin, şert û merc ji bo nedîtina mafê fêrbûna bi zimanê dayikê hatine afirandin. Di pêvajoyên piştre de jî rêya asîmîlasyona çandî hatiye vekirin. Wateya vê jî ew e ku mafê zarokên Kurd ji bo fêrbûna bi zimanê dayikê bi demek dirêj hatine înkarkirin an jî bi rêyên qanûnî û siyasî hatine sînorkirin. Madeya 42 ya Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ku dibêje ‘perwerde û fêrbûn bi zimanekî din ji Tirkî re qedexe ye’, bi vê rewşê ve tê girêdan. Lê mafê fêrbûna bi zimanê dayikê yek ji bingehên mafên mirovan ên gerdûnî û civaka demokratîk e.
Îro jî bi milyonan zarokên Kurd ji mafê fêrbûna bi zimanê dayikê bêpar in; zimanê Kurdî di jiyana giştî, perwerdehiyê, dadgehê, tenduristiyê, hunerê û dezgehên fermî de cihê xwe yê guncaw nabîne. Lê jiyana zimanek tenê bi axaftina nav malê nayê domandin; divê di hemû warên jiyanê de bi azadî were bikaranîn.
Azadiya zimanê dayikê, mafê fêrbûna bi zimanê dayikê û bikaranîna zimanê Kurdî di hemû warên jiyanê de, ji bo milyonan Kurd ên ku di bin zexta asîmîlasyonê de dijîn, girîngiyeke jiyaniye. Ev mijar tenê daxwazeke çandî nîne; her wiha bingehê wekheviyê, edaletê û civaka demokratîk e.
Îro li Tirkiyeyê nîqaşên li ser aştî û civaka demokratîk, tenê dema ku bi bingehê rast û domdar were avakirin pêkan e; ev jî tenê bi girtina tedbîrên demokratîk ên ku nasname, çand û zimanên gelan diparêzin dikare pêk were. Di şert û mercên ku zimanê Kurdî azad nebe, mafê fêrbûna bi zimanê dayikê neyê nasîn û mafên çandî neyên parastin de, pêkan nîne ku aştî bi temamî were damezrandin.
Hevalên hêja, em wek FEDA û DAKB’ê careke din diyar dikin: Zimanê Kurdî şeref, bîranîn û siberoja gel e. Parastina zimanê dayikê, di heman demê de parastina demokrasiya pirrengî û jiyana hevpar e.
Ji ber vê sedemê; li gorî ruhê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku niha tê meşandin, em bang dikin ku hûn îtîrazê xwe yên li ser madeyên mafê zimanê dayikê di Peymana Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî de bikin.”







