Li Cizîrê Botan bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan meşiya

  • 20:54 16 Gulan 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîra Botan bi hezaran kes ji bo aştiyê meşiya û di meşê de banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kir.
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi hezaran welatiyên li Qada Qesebxaneyê ya Taxa Cûdî kom bûyîn bi pankarta, ‘Gavek ji bo aştiyê’ heya çarêya navenda bajêr meşiya. Di meşê de diruşmên, ‘Em şer naxwazin, aştiyê dixwazin’ û ‘Jin aştiyê dixwazin’ hatin berzkirin.
 
Tevgera Azadiya bersiv da banga Ocalan niha dema dewletê ye
 
Piştî ku bi hezaran kes gehişt çarêya navenda bajêr Hevserokê DEM Partiyê Ramazan Ûysal daxuyanî da û got ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo me pîroz e û wiha axivî: “Em hemû gelên Tirkiyeyê di pêvajoyek girîng de derbas dibin. Weke hûn jî dizanin li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Aştî û Civaka Demokratîk 15 meh derbas bûn û heya îro ji aliyê Tevgera Azadiyê ve gelek gavên şênber hatin avêtin. Ev gav bersiva banga Rêzdar Ocalan bû. Ji aliyê din ve dewletê heya îro ji bilî avakirina komîsyonê û amadekirina raporê tu gavek şênber nehatiye avêtin.”
 
Ramazan Ûysal di berdewama axaftina xwe de xwest ku hikumeta AKPê rojek berî rojekî ji bo aştiyê gav biavêje û wiha dawî da axaftina xwe: “Em îro herî zêde nêzî aştiyê ne û ev yek daxwaza mîlyonan mirovan e. Ji ber vê yekê divê aliyê dewletê demildest gav biavêje. Em ji bo aştiyê û komareke demokratîk bi israr in û divê sedsaleke din neyê windakirin. Divê Desthilatiya AKPê rojek berî rojekî ji bo aştiyê gavek biavêje.”
 
‘Aştî dê bi azadiya Rêber Apo pêk were’
 
Piştî Ramazan Ûysal Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnex Mehmet Zekî Îrmez got ku îro li hemû bajarên Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê ji bo aştiyê meş tên lidarxistin û wiha axivî: “Îro li hemû bajarên Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê gel ji bo aştiyê dimeşe. Gelê tu dem şer nexwestiye û her tim aliyê aştiyê girtiye. Gelek pêkûtî li ser gelê me pêk anîn lê me tu dem serê xwe netewand û ji bo hebûna xwe me tekoşîn da. Îro bi saya Rêber Ocalan pêvajoyek tê meşandin û ev yek ji bo hemû gelan pîroz e. Divê her kes qîmetê vê pêvajoyê bizanibe û li gor wê tevbigere. Li tevahiya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê xwedîderketinek ji bo banga Ocalan ya aştiyê heye. Ji îro pêde ji bo em bikaribin bi hev re bijîn divê gav werin avêtin. Divê dewleta Tirk ji bilî aştiyê tu hesab din neke, ji bo ku aştî pêk were û em bigehin mafên xwe hezaran ciwan me spartin axê, hezaran ciwan li girtîgehan dimînin, hezaran gelê me koçber bû. Ev aştî encax bi azadiya Rêber Ocalan dê pêk were. Em bi hêvî ne û vegera ji vê pêvajoyê ji bo me tuneye. Em ê bi tekoşîna xwe aştiyê li çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê belav bikin.”
 
Piştî axaftina Ramazan Mehmet Zekî Îrmez girseyê ji bo aştiyê deqeyekî ronahiya telefonên xwe vekirin û bi dirûşma, ‘Em şer naxawazin, em aştî dixwazin’ bi dawî bû.