Denîz Poyraz hate bibîranîn
- 18:50 17 Hezîran 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Di 5’emîn salvegera qetilkirina Denîz Poyraz de beranameya bîranînê pêk hat û çarçoveya bernameyê de gotûbêj hat kirin û wiha hate gotin: “Divê em xwe rê xistin bikin û aştiyê bînin ser vê axê.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê ji bo Denîz Poyraz ya di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dabû, li avahiya partiyê bername pêk anî. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulîstan sonuk, parêzera doza Denîz Poyraz Turkan Aslan Agaç wek axaftinker cih girtin. Ligel parlametnerê DEM Partî yê Îzmîrê Îbrahîm Akin, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê gelek kes tevli bûn.
Gulîstan Sonuk di şexsê Sema Yuce û Denîz Poyraz de kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û got: “Em ê doza Kurd û Kurdistanê bidomînin.Li her derê cîhanê jinên têkoşîna azadiyê didin dibin hedef. Hele ku hûn Kurd bin ev ji ber nameyê ev êrîş zêde dibin. Êrîş bi destê desthilatdariyê tên kirin. Êrîşên hatine kirin ne tesadufin.”
Turkan Aslan Agaç jî got êrîşa ku Denîz Poyraz têde hat qetilkirin êrîşeke ku di dîroka Tirkiyeyê de yekem car li hember partiyekê pêk hatiye û got: “Êrîşeke wisa dîroka Tirkiyeyê de bûne. Li ser vê axê paradîgmayeke cudakariyê hatine bicihkirin. Divê em xeteke têkoşîn û rêxistibûnê ya xurt ava bikin. Divê em xwe rê xistin bikin û aştiyê bînin ser vê axê.”
Bername bi axaftinan bidawî bû.







