Ji Rihayê li dijî cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn bertek
- 18:16 19 Hezîran 2026
- Rojane
RIHA - TJA’yê têkildarî biryara dadgehê ya ku 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan birî û biryara domandina girtîbûna wê daye daxuyanî da. Di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew vê biryarê qebûl nakin û diyar kir ku di kesayetiya Ayşe Gokkan de îradeya jinan a li dijî pergala mêrserdest tê darizandin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkîldarî cezayê 19 sal û 6 meh Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 9’an a Amedê hat birîn li ber avahiya DEM Partiyê ya -navçeya Xelîliye ya Rihayê daxuyanî da. Endam û rêveberên partiyên siyasî yên bajêr û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Pankarta “Ayşe Gokkan îradeya me ye, nayê darizandin” hat vekirin û dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hat berzekirin.
‘Hedef têkoşîna rêxistinî ya jinan e’
Aktîvîsta TJA’yê Başak Saridal metna daxuyaniyê xwend. Başak Saridal diyar kir ku kiryarên wekî parastina mafên jinan, beşdarbûna çalakiyên demokratîk û aştiyane û daxuyaniyên çapemeniyê wekî hinceta cezayê hatine nîşandan û wiha got: “Ev biryar dixwaze cezayekî li dijî têkoşîna azadiya jinan, têkoşîna rêxistinî ya jinan û berxwedana jinan a ku bi salan û bi bedelên mezin mezin bûye bide. Em dizanin ku di kesayetiya Ayşe Gokkan de ne tenê jinek tê darizandin têkoşîna azadiya jinan, israra jinan a jiyana azad û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li çar aliyên dinyayê deng vedaye, tê darizandin.”
‘Yek gav paşde neavêt’
Başak Saridal Bal kişand li ser rewşa Ayşe Gokkan a di girtîgehê de û bi bîr xist ku Ayşe Gokkan zêdetirî şeş salan e girtî ye. Başak Saridal Bal anî ziman ku di vê demê de dayika xwe winda kiriye, lê heta destûr nedane ku ew beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe got ku tevî van hemû zextan jî Ayşe Gokkan ji têkoşîna azadî û wekheviyê yek gav paşde neavêtiye.
‘Em ê têkoşînê mezintir bikin’
Başak Saridal daxuyaniyê de biryardariya domandina têkoşînê anî ziman û wiha dawî libaxaftina xwe anî: “Divê were zanîn ku ne zindan, ne biryarên dadgehê û ne jî siyaseta zext û dagirkeriyê nikarin meşa azadiya jinan rawestînin. Wekî ku Ayşe Gokkan jî gotiye, di têkoşîna me de serê me bilind e. Ji ber ku em mafdar in. Em di kesayetiya Ayşe Gokkan de hemû jinên ku berxwedanê dikin silav dikin û careke din radigihînin ku em ê têkoşîna azadiya jinan mezintir bikin.”
Daxuyani tililî, çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.







