Li Stenbolê lez dan xebatên Mitînga Azadiyê
- 20:34 19 Hezîran 2026
- Rojane
STENBOL - Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ji bo Mitînga Azadiyê li gelek navçeyên Stenbolê çalakî li dar xist û gel vexwend mitîngê.
Dê di 27'ê hezîranê de li Wan û Mersînê, 28'ê Hezîranê jî li Amed û Stenbolê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mitînga Azadiyê bên li darxistin. Li Stenbolê amadekariyên mitîngê dest pê kir.
Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ji bo gel vexwendîne mitîngê li navçeya Fatîhê, Kagithane, Kadikoy û Baxcilarê çalakî li dar xist. Li taxa Gultepeyê ya navçeya Kagithaneyê û Bazara Findikzadeyê ya navçeya Fatîhê belavok hatin belavkirin. Li navçeya Kadikoyê stand hate danîn û li taxên Fatîh û Yenîmahalleyê yên navçeya Baxcilarê bi erbane, cil û bergên Kurdî belavok hatin belavkirin.







