Li Sîncanê bi destê ATK û ÎGK’ê binpêkirina mafan didome
- 09:05 21 Hezîran 2026
- Rojane
ENQERE- Sîpan Cîzrelî da zanîn ku li girtîgeha Jinan a Sîncanê tahliyeya 25 girtiyan bi biryara ÎGK’ê hatiye taloqkirin û 10 girtiyên din jî hîna nehatine tahliyekirin. Sîpan Cîzrelî diyar kir ku divê li dijî pêkanînan têkoşîna topyekun bê dayîn.
Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji 2021’ê heta niha tahliyeya girtiyên siyasî tê taloqkirin û biryarên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê hincet tên nîşandan û taloqkirin. Tahliyeya Melîke Goksu ev du sale, ya Emîne Abîş 10 meh e, ya Fatma Aslan jî nêzî salekê ye tê taloqkirin. Ya Nedîme Yaklav ku 34 sal e girtiye sê sal û nîv e, ya Nuriye Adet û Gulşan Adet jî ev du sal û nîve tê talqokirin. Ya Pinar Tîkît 5 meh e tê taloqkirin.
Li aliyê din ya Zelîha Ustabşi du sal e tê taloqkirin, ya Hîcran Bînîcî ya 32 sale girtiye jî du sal e tê taloqkirin.
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azaidyê(OHD) ya Enqereyê Sîpan Cîzrelî der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgeha jinan a Sîncanê de axivî.
Mafê tenduristiyê tê astengkirin
Sîpan Cîzrelî da zanîn k li girtîgeha jinan a Sîncanê binpêkirinên mafan yên giran tên jiyîn û got: “Rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Girtiyên nexweş nayên tahliyekirin, sewqkirina nexweşxaneyan dereng dixînin û xwegîhandina mafê tenduristiyê tê astengkirin. Bi biryarên ÎGK’ê tahliyekirina girtiyan tê astengkirin. Di sewqkirina nexweşxaneyande pirsgirêkên cidî tên jiyîn.”
Ji 2021’ê heta niha tahliye tên astengkirin
Sîpan Cîzrelî wiha pê de çû: “Li girtîgeha Saîncanê bi biryarên kêfî yên ÎGK’ê tahliye tên astengkirin. Ji 2021’ê heta niha bi vî awayî tahliye tên astengkirin. Li gorî tespîtan tahliyeya 25 girtiyan hatiye astengkirin. Ya 10 girtiyan jî hîna tê astengkirin. Nedîme Yaklav 34 sale girtiye. Demek nêz de tahliyeya wê bi salekê ji nûve hat astengkirin. Ya Pinar Tîkît jî du caran hat taloqkirin.Pinar Tîtîk nexweşe, di mêjiyê wê de kîst heye. Di şertên girtîgehê de dermankirina wê ne pêkane. Bi rayeya kêfî ya îdarê Pinar Tîkît nayê berdan.”
'Mekanîzmayeke ku biryarên ÎGK’ê kontrol bike tune ye'
Sîpan Cîzrelî diyar kir ku li dijî biryarên Liljneya Îdarî û Çavdêriyê du riyên îtîrazê hene û wiha pê d eçû: “Em vê biryarê ewil dibin dadgeriya înfazê û piştre jî dibin dadgeha cezê giran.Ev der jî wek merciya noterê biryaran erê dikin û derbas dibin. Ji ber vê jî em nikarin bêjin ku li gorî hiqûqê kontrola vê tê kirin em dikarin bêjin ku mekanîzmaya ku biryarên ÎGK’ê kontrol bike tune ye. Biryarên ATK û ÎGK’ê mafê jiyanê binpê dikin. ATK jî rapora ‘dikare girtî bimîne’ dide girtiyan û girtî nayên tahliyekirin. Ev biryarên wisa li dijî rihê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke. Divê li gorî rihê pêvajoyê ev binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bin.”
Bi têkoşîna yekbûyî wê dawî li pêkanînan bê''
Sîpan Cîzrelî daxuyakirin ku wê bi têkoşîna topyekun a rêxistinên hiqûqê û saziyên demorkatîk dawî li van pêkanînan bê û wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Di alî me de daxwaz zelal e. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Divê dawî li pêkanînên kêfî bê anîn.Ji bo bidawîbûna van pêkanînan hewcedarî bi sererastkirina qanûnê nîne. Divê dawî li pêkanînên kêfî yên lijneyê bên.”








