Ji bo 3 hezar kesan perwerdehiya avjeniyê
- 09:57 24 Hezîran 2026
- Tenduristî/Werzîş
AMED - Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê, ji bo zarokên 7-14 salî û jinan kursên avjeniyê yên belaş organîze kirin. Kursên ku îsal jî bi daxwazeke mezin hatine pêşwazîkirin, li hewzên avjeniyê yên Anzele, Kupelî, Dîcle û Firatê tên dayîn.
Li gorî daxuyaniya Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê, bi hezaran kesan serlêdan kirine û hejmara serlêderan gihîştiye 3 hezarî. Ji ber vê daxwaza zêde, kurs dê 6 rojên hefteyê bi awayê kom bi kom bên lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku armanca wan ew e ku spor ne weke îmtiyazekê, lê weke mafekî gihîştî û wekhev ji bo her kesî were dîtin. Hat destnîşankirin ku ev xizmet piştgiriya pêşketina ewle û saxlem a zarokan dikin û beşdariya jinan di jiyana civakî û sporê de xurt dikin.
Kursên avjeniyê yên bingehîn, di bin çavdêriya pisporên bi tecrube de, her roj ji bo komên ku hatine diyarkirin tên dayîn. Zarokên di navbera 7 û 14 salî de û jin dikarin bi awayekî belaş beşdarî van perwerdehiyên avjeniyê bibin. Şaredariya Peyasê bi vê xebata xwe, careke din teqez kir ku xizmetên sporê yên giştî ji bo hemû beşên civakê didomîne.







