Ji Îzmîrê bang kirin: Ayşe Gokkan îradeya me ye

  • 19:57 26 Hezîran 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Îzmîrê, cezayê girtîgehê ya li aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan hatî birîn hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku ev biryar hesta bi pênaseyên gerdûnî yên hiqûqê re li hev nake.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li dijî cezayê girtîgehê yê ku li aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan hatî birîn, li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Îzmirê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA’yê Emîne Bozdag ve hat xwendin. Di çalakiyê de pankarta “Têkoşîna jinan a azadiyê nayê mehkûm kirin” hate vekirin û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin.
 
‘Ev biryar êrişeke siyasî ye’
 
Emîne Bozdag destnîşan kir ku cezayê 19 sal û 6 meh girtîgehê yê ku ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve li Ayşe Gokkan hatî birîn, ne hiqûqî ye, êrîşeke siyasî ye. Û diyar kir ku ev ceza rasterast têkoşîna azadiyê ya hemû jinan dike armanc û got: “Ev êrîşeke siyasî ya li dijî jinên ku bi salan e ji bo azadiya jinan, wekhevî, demokrasî, aştî û jiyana hevpar a gelan têdikoşin e.”
 
‘Dozger daxwaza tehliyeyê kiribû’
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de Emîne Bozdag bal kişand ser pêvajoya dadgehê û got: “Heta dozgerê dozê jî daxwaza tehliyeya Ayşe Gokkanê kiribû, lê tevî vê yekê jî biryara girtinê hatiye dayîn û got: “Ev biryar hesta edaletê birîndar dike û bi pênaseyên gerdûnî yên hiqûqê re li hev nake.”
 
‘Ayşe Gokkan ne bi tenê ye’
 
Emîne Bozdag, bi bîr xist ku Ayşe Gokkan di dadgehê de gotiye “Bi TJA’yê serbilind im” û anî ziman ku ev gotin vîna hevpar a bi hezaran jinan e. Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Em vê cezayê ku li Ayşe Gokkanê hatiye birîn qebûl nakin. Em ê li dijî polîtîkayên zext û tepisandinê yên li ser jinan, têkoşîna xwe mezin bikin. Ayşe Gokkan ne bi tenê ye.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.