Sebahat Tuncel: Deriyên Îmraliyê wê gel vebike
- 18:00 27 Hezîran 2026
- Rojane
WAN- Li Wanê "Mîtînga Azadiyê" bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi civaka demokratîk ve” hat lidarxistin. Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel di ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Wanê de axivî û wiha got: “Em li vir ji bo serok Apo azadiyê dixwazin. Lê dewlet feraseta xwe naguhere. Deriyên Îmraliyê ne dewlet wê gel vebike. Ji bo vê divê em têbikoşin. Azadiya Birêz Ocalan azadiya gel e.”
Ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve bi dirûşmeya ‘Bi Serokatiya Azad berbi Civaka Demokratîk’ li qada Newrozê ya Wanê bi tevlibûna dehezaran kesî mîtîng pêk hat. Mîtîng bi rêzgirtinê destpê kir û bi hezaran kesî sirûda ‘çerxa şoreşê’ xwendin. Piştî rêzgirtinê bi sedhezaran kesî azadiya fîzîkî ya Ocalan qêriya. Endamên Komîteya Tertîk Elîf Şeker, ji bo tevlibûna gel spasî kir.
‘Rêberê gelekî ne azad be ew gel jî ne azad e’
Piştre aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel axivî û got: “Em ji bo dengê xwe bigihînin serok Apo hatin vir.Dema hevdîtinan destpê kir heyetê ji Rêber Apo re gotibû ‘cian, jin, gelê me azadiya we dixwaze.’ Rêber Apo jî gotibû ‘Em ê bi hev re azad bin’. Em ê bi hev re azad bin. Rêberê gelekî ne azad be ew gel jî ne azade. Li vî welatî aştiyeke rastîn ancax bi wekheviya her dua liyan bi azadiyê pêkane.Dewletê her tim yek alî ji rayagiştî ya Tirkiyeyê re pêvajo bi gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ vegot. Lê Birêz Ocalan tenê ji ser heyetan bi sînor axivî û ev pêvajo wek Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bin av kir û wek destpêka jiyan nû dît. Em ji vir ji bo wî spasiya xwe dikin.”
‘Azadiya Birêz Ocalan azadiya Kurdistanê ye’
Sebahat Tuncel daxuyakirin ku Kurdan bedenên mezin dane û wiha bi lêv kir: “Me di 50 salî de bedelên mezin dan. Me êşên mezin kişandin. Lê me serî netewand. Me berxweda û em biser ketin. Rêberê Gelê Kurd bang dike. Ji gelê Kurd û jinan re dibêje ku ‘Min danasîn temam kir niha dema azadiyê ye’. Em ji vir ji bo Serok Apo azadiyê dixwazin. Lê dewlet hîna feraseta xwenagiuhere. Deriyên Îmraliyê ne dewlet wÊ gel vebike.Divê em ji bo vê têbikşoin. Azadiya Biarêz Ocalan azadiya hemû gelê Kurd û Kurdsitanê ye. Gelên Tirkiyeyê jî aştiyê dixwazin. Ew jî azadiyê dixwazin. Silav ji bo têkoşîna aştiyê ya gelên Tirkiyeyê re.”
Piştre hevserokê giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî.







