Ji bo mîtînga Azadiyê ya Qada Bagclilarê tevlibûna bi coş

  • 16:55 28 Hezîran 2026
  • Rojane
STENBOL - Beriya ‘Mîtînga Azadiyê’ ya ku wê li qada Bagcilarê bi dirûşmeya ‘Bi Rêbertiya Azad Berbi Azadiyê ve’ bi hezaran kesî qad tije kirin. Li qada ku govend, erbane û def kêm nebû, rengên kesk, sor û zer qad xemiland.
 
Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û Tevgera Jinên Azad(TJA) li Stenbolê Mitînga Azadiyê tê lidarxistin. Mitîng li Qada Baxcilarê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Berbi Azadiyê ve” tê lidarxistin. Bi danê sibehê ve ji gelek bajarên derdorê welatî berê xwe dan li Stenbolê. Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên Kurdî tevlî mitinge bûn.
 
Beriya mîtîngê ber provasyonên hatin jiyîn polîsan tedbîrên ewlehiyê girtin. Di dema provakasyonan de dirûşmeyên nîjadprest hatin berzkirin û welatiyên tevli mîtîngê bûn bersiv nedan provakasyonan.
 
Qad bi kesk, sor û zer xemilî
 
Li her qad alî qadê rengên kesk, sor û zer serdest bû û welatiyan alên kesk,sor û zer vekirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Jin bi cil û bergên xwe yên gelerî tevil mîtîngê bûn.
 
Ligel stranên Kurdî govend hatin gerandin û coş her diçe mezin dibe. Ciwanan pankartên ‘ji bo azaidya gelê xwe me silavên rojê ji we re anî’ vekirin.
 
Ji bajarên cuda tevlibûn
 
Ji bajarên Balikesîr, Bursa, Yalova, Kocaelî, Tekîrdag û Edîrneyê welatiyên hatibûn li qadê cihê xwe girtin.
 
Ji destpêka mîtîngê re demek kurt ma û  bi hezaran kesên di nokteyên kontrolê de ji bo ketina qadê dipên.