Di nobeda li dijî JES’ê de aşûre hat belavkirin
- 18:37 29 Hezîran 2026
- Ekolojî
MÛŞ - Di nobeda li dijî projeya JES’ê ya ku tê plankirin li gundê Xwarik ê Gimgimê bê çêkirin, aşûre hat belavkirin.
Nobeda ku Meclisa Ekolojiyê ya Gimgimê li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku ji aliyê Şîrketa IGNIS H2 ya Amerîkî ve tê xwestin li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, berdewam dike. Di roja 58’emîn a nobeda konan de pankarta “Dayika me hemûyan heye. Ew jî ax e. Li Gimgimê em ê destûrê nedin ku dest bidin axa me. Jinên Gimgimî vê talanê red dikin” hat daliqandin.
Meclisa Jinan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê, bi munasebeta meha Muherremê ku li gorî baweriya Elewiyan wek “Meha Matemê” tê qebûlkirin, aşûre çêkir. Piştî gulbang û lawjeyên Rûkiye Hurustan a ji Ocaxa Mansûr xwend, aşûre hatin belvakirin. Jinên ku Aşûre belav kirin, daxwaz kirin ku talanên xwezayê bê bidawîkirin û aştî bê pêkanîn.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sumeyye Boz di bernameyê de axivî û got: “Aşûreya ku hatî belavkirin bila bibe wesîleya aştî û pêkvejiyanê li Gimgim, Serhed û Kurdistanê.”
Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya jî anî ziman ku ev çalakî berxedanek li dijî zaliman e û Hevşaredar Giyasettîn Aydemîr jî qala girtingiya meha Muherremê kir.
Endamê Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Çayan Dursun, gel vexwe nobeda sibê.
Bernameya aşûreyê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.







