'Zîlan û Sema Yuce rêya me ronî kirin'

  • 18:19 30 Hezîran 2026
  • Rojane
ÊLIH -Ji pêşengê Tevgera Azadiya Kurd Zîlan û Sema Yuce hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate diyarkirin ku Sema Yuce û Zîlan sembolên azadiyê ne. 
 
Ji bo salvegera Zeynep Kinaci (Zîlan) û Sema Yuce, kesayetên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd, li avahiya DEM Partiyê ya bajarê Agirî ji aliyê MEBYA-DER'ê ve bernameya bîranînê li Navenda Çanda Bahar hat lidarxistin. 
 
Endama MEBYA-DER'ê  Guneş Çetinkaya Erdem diyar kir ku Zîlan û Sema Yuce sembolên azadiyê ne û riya wan ronî kirine.
 
Hevseroka DEM Partî ya Êlihê Perîhan Begîk jî axivî û da zanîn ku Zîlan û Sema jiyana wan ronî dikim.
 
Bername bi nîşandana sînevîzyonekê bidawî bû.