Di rêveberiyên herêmî de demokrasiya mayînde

  • 09:02 12 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Bûşra Turan
 
AGIRÎ - Hazal Aras da zanîn ku di rêveberiyên herêmî de perspektîfa demokrasiya tevliker esas digirin û modela şaredariya komun a civakî dikin jiyanê. Hazal Aras got pirsgirêkan raste rast bi gel re nîqaş dikin û modeleke jiyana nû ava dikin.
 
Piştî hilbijartinên herêmî yên 2024’an şûnde bi armanca feraseta şaredariya civakî bikeve jiyanê di pratîkên hatin meşandin de hemû dane ji kontrola gel re tên vekirin. Ewil li şaredariya Gimgimê modela butçeya tevliker xistin jiyanê û bi vê re li taxan pisgirêkên gel hatin nirxandin û pêşniyarên çareseriyê hatin nirxandin. Bi saya vê mekanîzmaya rêveberiya komun, hemû plansaziyên butçeyê û xizmeta herêmî pêşkêşî erêkirina gel tê kirin.
 
Hevşaredara Agiriyê Hazal Aras der barê modela butçeya tevliker a rêveberiyên herêmî de axivî.
 
‘Li erdnîgariya me feraseta şaredariya civakî hebû’
 
Hazal Aras got pêkanîna butçeya tevliker mînakên wê li cîhanê hene û li erdnîgariyê erdnîgariyê jî pêk hatine. Hazal Aras wiha anî ziman: "Li welatên din ev model pêk hatiye. Mînak li Amedê di şaredariya Mehdî Zana de, di Fatsaya Orduyê de dema şaredar Fîkrî Sonmez de, li Êlihê dema şaredar Edîp Solmaz û Agiriyê Orhan Arlparaslan de ev mînak ketine jiyanê.”
 
‘Bi gel re pirsgirêk tên nirxandin’
 
Hazal Aras diyar kir ku piştî hilbijartinên herêmî ji bo modela şaredaredariya civakî bikin jiyanê modela butçeya tevliker pêk anîne û got: “Di şaredariya civakî de pirsgirêk bi gel re tên nirxandin. Pêşniyarên çareseriyê bi gel re tên nîqaşkirin. Xizmetên tên kirin pêşkêşî kontrola gel tê kirin. Ji bo ev bikeve pratîkê jî butçeya tevliker ji bo me rê û rêgaze. Ewil li şaredariya Gimgimê pêk hat. Niha me li Agiriyê daye destpêkirin. Em ê vê rêbazê li pey hev li hemû şaredariyên navçeyan belav bikin.”
 
‘Pirsgirêkên gel esas in’
 
Hazal Aras daxuyakirin ku modela butçeya tevliker, li taxan bi esasgirtina hewcedariyên gel bi teşe dikin û wiha vegot: “Em li taxan civînan dikin. Em daxwazên gel pirsgisrêkên gel esas digirin. Pirsgirêka wan çi be em esasd digirin. Hemû li gorî dawazên gel teşe dibin. Sala pey vê butçe li gorî vê parvekirin. Modela butçeya tevliker mînakek komunê ye. Ev model xwe dispêre ferasta biryara hevpar û rêveberkirinê.”