Li Muglayê tundiya mêr

  • 21:54 19 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Muglayê mêrê ku navê wî nehat hînbûn, mala jin ku dest jê berdabû şewitand.
 
Li navçeya Marmarîs a Muglayê mêrê ku navê wî nehat hînbûn,çû mala jina ku dest jê berdabû û da ber agir. Agir demek kurt de belav bû û jin û du keçên xwe ketin serşoyê û li Navenda Banga Lezgîn 112’an geriya. Li ser îxbatê îtfaye, polîs û ambulans hatin cihê bûyerê. Dayik û keçên wê hatin tahliyekirin û du saetan mudaxaleyê agir hat kirin.
 
Gumanbar hat binçavkirin û lêpirsîn hat destpêkirin.