Ji bo parastina zarokan li Bexdayê çalakî

  • 13:19 18 Tîrmeh 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadweriyê ya li Bexdayê kom bûn û daxwaza parastina mafê zarokên xwe kirin û biryara hejmara 93 red kirin. 
 
Jinan, li dijî biryara hejmara 93 ya ku mafê xwedîkirina zarok piştî temenê wî/wê dibe 7 salî ji dayikê tê standin, li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadweriyê ya li Bexdayê kom bûn û çalakî lidarxistin.
 
Beşdarên çalakiyê pankartên "Berjewendiya zarokan di ser her tiştî re ye" bilind kirin û daxwaza parastina mafê zarokên xwe û redkirina biryara 93 kirin.
 
Jinan bi dirûşmeyan daxwaza sererastkirina biryara hejmara 93 kirin û diyarkirin ku ev biryar berjewendiya bilind a zarokan li ber çavan nagire û li gel rastiya gelek malbatan ne guncawe. Her wiha destnîşankirin ku divê berjewendiya zarokan di ser her tiştî re be.
 
Çalakvan tekezîkirin ku armanca çalakiya wan gihandina daxwazên wan ji bo saziyên dadwerî û parlamentoyê ye. Ew daxwaza pîvanek ku berjewendiya zarokan di pirsgirêkên xwedîkirinê de biparêze dikin, ne ku tenê temenê qanûnî bibe bingeha biryarê. Divê rewşa civakî û derûnî ya her zarokekî li ber çavan were girtin.
 
Hêjayî gotinê ye ku li Bexda û çend parêzgehên din ên Iraqê rêze çalakiyên nerazîbûnê û xwepêşandanên dayîk û çalakvanên Iraqê her diçe berfirehtir dibe. Di çalakiyan de daxwaza sererastkirina biryara hejmara 93 ya ji bo xwedîkirina zarokan tê kirin.