Ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersoz bang hat kirin
- 09:02 21 Tîrmeh 2026
- Rojane
STENBOL - Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Nazli Buket Yazici, 2'yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz nirxand û banga tevlîbûnê kir û got: "Em bang li hemû hevalên xwe yên jin dikin ku ji bo mîrata ku Gurbetellî ji me re hiştiye berfirehtir bikin û ji bo hevgirtina rojnamegerên jin mezin bikin serlêdan girîng e"
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku îsal cara duyemîn ji hêla Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve tê lidarxistin, didomin. Serlêdan dê di 25'ê Îlona 2026’an de bi dawî bibin. Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetelli Ersoz dê ji bo bîranîna Gurbetelli Ersoz a ku di dîroka Çapemeniya Azad de rêyek nû vekir û cara yekem li Tirkiyeyê wekî Gerînendeya Giştî ya Weşanê xebat kir û tê lidarxistin.
Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Nazli Buket Yazici derbarê mijarê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
Di qonaxa girîng de rojnamegeriya jinan
Nazli Buket Yazici, bal kişand ser mîrateya Gurbetellî Ersoz û got: "Çapemeniya Azad hemû îşkence, valakirina gundan, şewitandina gundan û koçberiya bi darê zorê ya ku li Kurdistanê pêk hatî deşîfre kir. Tevî van zextan, hevkarên me rojnamegeriyê dikir. Wan mîrateyek girîng ji me re hiştin. Gurbetellî Ersoz ji bo me pir girîng e. Hem ji aliyê rojnamegeriya jinan ve û hem jî ji aliyê kevneşopiya Çapemeniya Azad ve. Ji ber ku kevneşopiya Çapemeniya Azad têkoşînek ji bo lêgerîna rastiyê bû û Gurbetellî ev têkoşîn mezin kir. Îro rê li ber JINNEWS'ê vekir. Ji ber vê yekê, Gurbetellî di rojnamegeriya jinan de qonaxek girîng e. Di heman demê de, wê dîsa hêvî da me, nemaze ji bo jinên Kurd, lê di heman demê de ji bo hemî rojnamevanên jin ên li Tirkiyeyê. Ji ber ku Gurbetellî yekem Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya li Tirkiyeyê bû."
'Em ê heqîqetê bigerin'
Nazli Buket Yazici, bal kişand ser rol û mîsyona rojnamegera a di pêvajoya "Civaka Aştî û Demokratîk" dê û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Li vir jî, divê em vegerin mîrateya rabirdûyê. Di rabirdûya me de, hevkarên me mîrateyek rojnamegeriyê li dû xwe hiştin. Li heqîqetê digeriya û tiştê ku divê bibe eşkere dikir, tevî hemû zilm, zordarî û tirsê. Em ê li ser şopa vê mîrateyê li heqîqetê bigerin."
Bi perspektîfa jinê rojnamegerî
Nazli Buket Yazici, destnîşan kir ku Gurbetellî Ersoz ji salên 90'î, li dijî polîtîkayên qirkirin û înkarê her di nav lêgerîna heqîqetê de bû û Çapemeniya Azad niha heman mîrateyê didomîne û wiha banga beşdarbûnê kir: "Girîng e ku em nûçeyên ji perspektîfa jinê çêbikin, awira jinê ya ku Gurbetellî fêrî me kiriye. Bi gotineke din, girîng e ku rojnamegeriya jiyanê ava bike. Girîng e parastina cih û mafê jinê ya jiyanê bê kirin. Di vê serdemê de mîrateya herî girîng a ku Gurbetellî ji me re hiştiye ew e ku em bi perspektîfa jinê rojnamegeriyê bikin.
Ji bo mezinkirina hevgirtina rojnamegeriyê
Ji salên 90’î ve kevneşopiya çapemeniya azad li dijî hemû polîtîkayên zext, înkar û mêtingeriyê lêgerîna xwe ya heqîqetê didomîne. Ji bo me girîng e ku em li ser rêya hevalên me yên ku ji me re mîras hiştibûn bidomînin, tiştên ku wan hîn kirine nîşan bidin û bixin pratîkê. Gurbetellî ji bo rojnamegeriya jin a kurd û ji bo hemû rojnamegerên jin ên tirk di cihekî girîng de cih digire. Ew kesayetiyek pir girîng e. Par di 7’ê Cotmehê de Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî hatibûn dayîn. Armanca vê merasîma xelatdayînê ew bû ku nûçeyên rojnamevanên jin zêdetir xuya bibin û hevgirtina jinên rojnamevan zêdetir bibe. Serlêdanên rojnamegeriyê dê di 25'ê Îlonê de bi dawî bibin. Li ser vê yekê em bang li hemû hevalên xwe yên jin dikin ku ji bo mîrata ku Gurbetellî ji me re hiştiye berfirehtir bikin û ji bo hevgirtina rojnamegerên jin mezin bibe serî li Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz a duyemîn bidin."







