Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê dest pê kir

  • 13:07 23 Tîrmeh 2026
  • Çand û Huner
ÇEWLÎG - Festîvala Çand û Hunerê ya Kanîreşê bi pêşbaziya hesapan dest pê kir.
 
Festîvala Çand û Hunerê ya Kanîreşê piştî 16 salan li navçeya Kanîreş a Çewlîgê tê lidarxistin, bi pêşbaziya hesapan dest pê kir. Pêşbaziya ku li gundê Toxliyan ê hat lidarxistin, tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî bi hezaran kes beşdar bûn. Pêşbaziya ku bi 30 hesan, di çar kategeriyan de tê lidarxistin, di her kategoriyê de kase û zêr dê ji bo 3 kesên ewil ên serketî, bê dayîn. 
 
Piştî pêşbaziya hesan, li ber def û zurnê govend hat gerandin. Welatiyên ku wek temeşevan beşdarî pêşbaziyê bûn, kêfxweşiya xwe ya ji bo festîvalê anîn ziman.
 
Bernameya îro ya festîvalê dê bi panelên li ser ekolojiyê û dengbêjan berdewam bike.