‘Divê guherîn ewil ji malê dest pê bike’
- 09:02 28 Tîrmeh 2026
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
RIHA- Mêrên ku tevli atolyeya ‘di avakirina civaka demokratîk de veguherîna mê’ bûn, diyar kirin ku azadiya jinê bi çareserkirina zîhniyeta serdest ya mêr pêkan e û gotin divê guherîn ewil ji malê destpê bike.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtîk bi xebatên xwe li qadan tên meşandin kûr dibe û piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk, li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê hevdîtin, atolye û civînên gel pêk tên. Di vê çarçoveyê de li Rihayê atolyeya ‘Di avakirina civaka demokratîk de veguherîna mêr’ pêk hat.
Mêrên tevli atolyeyê bûn diyar kirin ku avakirina civaka demokratîk bi guherîna zîhniyeta serdest ya mêr pêkan e.
‘Tirsa mêr mijara di civakê de hebûn e’
Muslum Coşkun da zanîn ku zîhniyeta serdest ya mêr xwe dispêre salên demdirêj û got: “Tirsa mêr mijara di civakê de heyîbûn e. Ji ber vê jî jinan diçewisînin. Divê mêr ewil ji egoya xwe dûr bikevin. Divê tevgera jinan ne tenê bi jinan re bi piştevaniya jin û mêran re bikeve nava têkoşînê. Ji bo şikestina pergala serdest ya mêr divê her kes li mala xwe pratîkê bike. Divê atolyeyên bi vî rengî zêde bibin. Divê em rexnedayîna xwe bidin. Pirsgirêka me ya herî mezin ev e.”
‘Em ê pratîka serok hîn bêtir pêk bînin’
Seracettîn Olgun jî daxuyakirin ku atolyeyê wisa bandorek erênî wê bike û got hişmendî jî bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava dikin. Seracettîn Olgun wiha dirêjî dayê: “Ez van atolyeyan girîng dibînim. Em bi saya partiyê pir pêş ketin. Em dibêjin jin û mêr wekhev in. Jin bila ne di bin zextan de bin. Bi serok re jin azad bûn. Jin bûn xwedî îrade. Dema ez bi hevjîna xwe re rûdinim em dibêjin ku em jiyana hevpar çawa ava bikin. Em vê mijarê li mala xwe diaxivin.”
‘Di bin navê ol de serdestiyê dikin’
Zafer Akcan jî destnîşan kir ku ola îslamê dikin alav û li ser jinan serdestiyek mezin ava dikin û wiha domand: “Ji bo tunekirina vê zîhniyetê divê ewil ji ferasetên wisa qut bibin. Ez demek dirêj e di nava partiyê de me. Her kes di mala xwe de wekheviyê nîqaş bike, wê ev ji holê rabe. Jin berê bêyî destûr nikaribûn derkevin derve. Divê her mêr li mala xwe dawî li vê newekheviyê bîne.”
Ramazan Demîr jî balkişand ser felsefeya ‘jin jiyan azadî’ û anî ziman ku divê modela hevjiyana azad bê rêxistinkirin û got: “Ez van atolyeyan baş dibînim. Bi van atolyeyan feraseta mêr divê biguhere. Em bi van atolyeyan zêdetir azadî û mafê jinan fêm dikin. Bi van atolyeyan wê pergal biguhere.”







