Rojbîn Çetîn hat tahliyekirin

  • 17:53 28 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AMED - Hevşaredara berê ya Artemîtê Sevîl Rojbîn Çetîn ji Girtîgeha Jinan a Amedê hate berdan. Sevîl Rojbîn Çetîn li ber girtîgehê bi dirûşmeya “Jin, jiyan,azadi” hate pêşwazîkirin.
 
Endama Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a HDP'ê û Hevşaredara berê ya Artemîtê Sevîl Rojbîn Çetîn a ku ji sala 2020'an ve dihat girtin, piştî bidawîbûna cezayê wê ji girtîgehê derket. Li ber girtîgehê malbat, siyasetmedar, aktîfîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî ji bo pêşwazîkirina wê amade bûn. Sevîl Rojbîn Çetîn bi çepikan û dirûşmeya “Jin, jiyan,azadi” hate pêşwazîkirin.
 
Sevîl Rojbîn Çetîn piştî ji girtîgehê derket heval û hogirên xwe hembêz kir û got: “Nava gadên berxwedanê de gelek cudahî nîne em ji wê qadê derbasî vê qtadê bûn. Têkoşîn berdewam dike, berxwedan berdewam dike. Çi bikeve ser milê me em ê bikin.”
 
Sevîl Rojbîn Çetîn li Amedê di 26'ê Hezîrana 2020'an de di serdagirtina malê de hate destgîrkirin. Di dema serdagirtinê de tîmên taybet bi kuçikên xwe êrişî Sevîl Rojbîn Çetîn kirin û bi saetan îşkence li wê kirin. Ji ber gezkirina kuçikan birînên kûr û xedar li ser bedena wê çêbûn, di rojeva raya giştî de bertekin mezin çêkirin. Rêxistinên mafên mirovan vê bûyerê wekî îşkenceyeke giran pênase kirin. Sevîl Rojbîn Çetîn piştî 11 rojan di bin çavan de hat girtin, di 7'ê Tîrmeh 2020'an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Sevîl Rojbîn Çetîn di parastinên xwe ya li dadgehê de destnîşan kir ku sûcdariyên li dijî wê hemû li ser daxuyaniyên şahidên nepen û li ser xebatên wê yên qanûnî yên siyasî hatine avakirin.