‘Heta Serok azad nebe em nikarin bêjin aştî’

  • 09:04 28 Tîrmeh 2026
  • Rojane
 
Evîn Çîftçî 
 
MERSÎN- Dayika Aştiyê Meryem Erbey  ku du zarokên wê di doza azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, keça wê gazî , kurekê wê girtî û yek jî surgun e, wiha got: “Heta Serok azad nebe em nikarin bêjin aştî. Ger ev pêvajoya aştiyê xera bibe wê tenê gelê Kurd bi bandor nebe.”
 
Bi nîqaşên aştî û çareseriya demokratîk re, têkoşîna çekdarî bidawî bû û ji bo çareseriya bi riya siyaseta demokratîk PKK’ê gelek gav avêt. Li aliyê din dewletê hîna gav navêtiye û dayikên di şer de zarokên xwe winda kirine, daxwaza aştî û azadiyê tînin ziman.
 
Dayika Aştiyê Meryem Erbey  ku du zarokên wê di doza azadiyê de jiyana xwe ji dest dane,, keça wê gazî , kurekê wê girtî û yek jî surgun e, der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Dewletê her tim zilm li Kurdan kir’  
 
Meryem Erbey destnîşan kir ku ji ber zextên dewletê û pirsgirêkên aborî koçî metropolên Tirkiyeyê kirine û wiha got: “Ez 13 salî zewicîm. Ji ber zextan û xizaniyê me di 1975’an de koçî Mêrsinê kir. Hevjînê min û xezûrê min dixebitî. Dema em hatin Mersînê çeka bavê min hebû. Em gilî kirin. Her roj leşker dihatin û bavê min dibirin. Îşkence lê dikirin. Dewletê her tim zilm li Kurdan kir. Li gundên me dibistan tunebûn. Rê tunebûn. Em wek mirov nedîtin. Gundên me şewitandin, em surgun kirin.”
 
‘Di şopa wî de meşiyan’
 
Meryem Erbey bi lêv kir navbera salên 1980-84’an de navê partiyê nû nû hatiye bihîstin û ev nirxandin kir: “Di 1993’yan de xezûrê min şehîd ket. Li Taxa Yenî Pazar a Mersînê bi polîsan re ket pevçûnê û bi du hevalên xwe re şehîd ket. Kurên apê wî di 1993’yan de şehîd ketin. Bi wî re zarokên me jî hişyar bûn. Zarokên min wê demê 12-13 salî bûn. Ew jî di riya wan de çûn. Di partiyê de cih girtin. Xebitîn.”
 
‘Dema Serok hat girtin zarokên min tevli tevgerê bûn’
 
Meryem Erbey pêvajoya girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxand û got: “Dema Serok hat girtin zarokên min Mesut, Zozan û Halîme tevli tevgerê bûn. Mesut di 2006’an de li Êlihê şehîd ket. Halîme di 2016’an de li Avaşînê şehît ket. Zozan jî bû gazî. Niha nizanim li ku derê ye. Dema ev her sê tevli tevgerê bûn, birayê wan tevli ciwanan bû. Navî wî dan û li ser vê çû derveyê welat. Wekî din çare nema. Zarokên min yên din xebat berdewam kirin. Yek 16 salan girtî ma. 5 meh berê hat berdan. Doza wî didome. Dewlet me  rehet berneda. Zarokên min surgun bûn, şehîd bûn. Hatin girtin.  Xizmên me hatin girtin îşkence dîtin. Me zilmek mezin dît.  Polîs her roj dihatin mala me. Tu sûcê me tunebû.”
 
‘Heta Serok azad nebe aştî jî ne pêkan e’
 
Meryem Erbey balkişand ser pêvajoyê û wiha dawî lê anî: “Divê beriya her tiştî Abdullah Ocalan bê berdan. Gelê Kurd girêdayê serokê xwe ne.  Serokê me bê çi ew e. Em gotina wî esas digirin. Heta serokê me ne azad be azadî jî ne pêkan e. Divê her kes di vê pêvajoyê de berpirsyariya xwe bîne cih.”