Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfê rê hatin girtin

  • 15:25 29 Kanûn 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrdîn û Şirnexê ji duh bi şev heya niha ji ber berfa zêde gelek rê hatin girtin. Hat ragihandin ku gelek xwendekar di rêyan de asê mane.
 
Li Mêrdîn û Şirnexê ji ber berfa zêde gelek rê hatin girtin.
 
Mêrdîn
 
Li Mêrdîn û navçeyên wê, ji ber berfê rê hatin girtin. Hat diyarkirin ku tevî hişyariyên Midûriyeta Herêmê ya Meteorolojiyê jî zêde tedbîr nehatin girtin. Xebatên ekîbên şaredariyê zêde têrker nebû, gelek rê hîna jî nehatine vekirin.
 
Li rêya ku navçeyên Artûklû û Rişmîl, Mehsert û Mîdyadê bi hev ve girêdidin, ji ber barîna berfê tengasî derketin holê.  Li Rêya Hop gelek qezayên trafîkê çêbûn, lewma rê dem bi dem bi temamî rawestiya.
 
Rêya Mîdyad-Kerboran û xeta Kerboran-Hezex-Êlihê jî hate girtin.
 
Şirnex
 
Hat ragihandin ku li Şirnexê jî tevî hişyariyên meteorolojîk ên bi rojan hatin kirin, tedbîr nehatin girtin û bi sedan xwendekarên ku di saetên siharê de bi wesayîtên komî diçin dibistanê, ji ber berfa zêde di rêyan de asê man.
 
Ji xeynî rêyên Şirnex-Cizîr, Nisêbîn-Cizîr, Hezex-Cizîr, Şirnex-Silopiya û Şirnex-Qileban-Elkê, rêya Şirnex-Dihê-Sêrtê jî hate girtin û gelek wesayît di rêyan de asê man.