PENa Kurd ji girtiyan re qert û pirtûk şandin
- 15:49 29 Kanûn 2025
- Rojane
AMED - PENa Kurd li Amedê bi minasebeta sala nû ji nivîskarên girtî re qert û pirtûk şandin.
PENa Kurd bi minasebeta sala nû ji nivîsakarên di girtîgehan de tên ragirtin li Postaxaneya Mezin a li navçeya Sûrê ya Amedê qert û pirtûk şandin. Endam û rêveberên Pena Kurd beriya ku pirtûk û qertan bişînin beriya postaxaneyê daxuyaniyek da. Rêvebera PENa Kurd Sûltan Yaray di daxuyaniyê de axivî.
‘Divê hemû kesên di zindanan de azad bibin’
Sûltan Yaray di destpêka axaftina xwe de sala nû li gelê Kurd, dostên Kurdan û li hemû aştîxwazan pîroz kir. Sûltan Yaray bal kişand ser pêvajoya heyî û wiha got: “Hêj jî gaveke berbiçav ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye avêtin. Ev pêvajo, pêvajoya aştî, çareserî û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê beriya her tiştî deriyê hefs û zindanan were vekirin. Divê hemû kesên di girtîgehan de azad bibin. Bi vê minasebetê em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin ku deriyê hefs û zindanan vekin û vê pêvajoyê cidî bigirin.”
‘Pêdiviya hemû gelan bi aştî û çareseriyeke mayînde heye’
Sûltan Yaray di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di Rojhilata Navîn de pêdiviya hemû gelan di bi aştî û çareseriyeke mayînde heye. Ev aştî û çareserî jî bêyî mafên Kurdan ne pêkan e. Ji ber vê yekê em dibêjin ku vê pêvajoyê cidî bigirin. Di serî de nivîskar û siyasetmedar hemû kesên bi awayekî bêhiqûqî hatine girtin demildest bên berdan. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin ku ev pêvajo bigihe armanca xwe.”
Endam û rêveberên PENa Kurd piştî daxuyaniyê ji girtiyan re qert û pirtûk şandin.







