Li Aldûşê çalakiya 8’ê Adarê
- 20:39 3 Adar 2026
- Rojane
SEMSÛR - Li navçeya Aldûşê çarçoveya bernameya 8’ê Adarê de bername pêk hat. Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli di bernameyê de axivî û got tundiya li ser jinê ji polîtîka bêcezahiştinê diqewime û got ew mafê yê esas mafê jiyanê dixwazin.
Li navçeya Aldûş (Gerger) a Semsûrê çarçovey a8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi pêşengiya Partiya herêmên Demorkatîk (DBP) bi dirûşmeya ‘bi jina azad berbi cibvaka demokratîk’ bernameya fitarê pêk hat. Gelek jin tevli hevdînê bûn û parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulderen Varli jî tevli bû.
Gulderevn Varli di fitarê de axivî û balkişand ser têkoşîna jinan a di 8’ê Adarê de. Gulderen Varli destnîşan ki rku tundiya li ser jinan ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê pêk bên û got ji ber tedbîrên pêwist nayên girtin her roj jin tên qetilkirin.
Gulderen Varli got ew jiyaneke wekhev û demokratîk dixwazin û got ew mafê xwe yê esas mafê jiyanê dixwazin û wê jiyana wekhev û demokratîk fêrî mêran jî bikin.
Bername bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.







