Li Mersînê zincîra jiyanê:Em ji bo jiyanek azad û wekhev li qadane

  • 18:30 4 Adar 2026
  • Rojane
MERSÎN - Jinan li Mêrdînê di çarçoveya 8’ê Adarê de zincîra jiyanê ava kirin û balkişandin ser têkoşîna rêxistinkirÎ. Her wiha daxwaza jiyaneke azad û wekhev hat dubarekirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Akdenîz a Mersînê li Parka Yogurtçu zincîra jiyanê ava kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mersînê Perîhan Koca di çalakiyê axivî û diya rkr ku jinan li kolanan û qadan têkoşîna xwe mezin kirine û ji bilî têkoşîna rêxistinikrî ewlehiya jinan tuneye.
 
Daxuyanî jî jia liyê hevseroka DEM Partî ya Mersînê Berdiye Kuş ve hat xwendin. Bedriye Kuş da zanîn ku ew zîhniyeta serdest ya mêr ku jinan hepsê malê dike, mafê jinan xesp dike red dikin û da zanîn ku destkeftî di encama têkoşîna bi salan hatine bidestxistin. Bedriye Kuş wiha dawî lê anî: “Em mafên xwe terk nakin. Emji bo parastina jiyana xwe têkoşîna xwe mezin dikin. Aştiyeke mayînde bi jinan pêkane.”
 
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.