Klîbek ji bo helbesta Abdullah Ocalan hat amadekirin

  • 14:00 5 Adar 2026
  • Rojane
ŞENGAL – Sitiya Nexşa helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend û klipek ji bo helbestê amade kir. 
 
Navenda Çand û Hûnera Sitiya Nexşa di çarçoveya xebatên xwe yên hûnerî de deng da helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di manifestoya xwe ya Aştî û Civaka Demokratik de nivisîbû û klîpek jê re amade kir. Klîp, bi wesîleya roja jinên kedkar a cîhanê 8’ê Adarê hat belavkirin.  
 
Helbesta bi navê ‘Asîmanên Azad’ ji aliyê endama Navenda Çand û Hûnera Sitiya Nexşa Sosin Seydo ve hat xwendin. Klîp li gundê Barê yê li Şengalê hat kişandin. Zarokên ku di klîpê de cîh digrin endamên koma zarokan a hêviyên Şengalê ne. 
 
“Tiştekî ku her dem tînim bîra xwe heye;
 
Ez biçim gundê xwe,
 
Bi azad ez ê li ewran binerim
 
Li hemû riyên ku di zarokatîyê de tê de meşiyamê
 
Bi meşekê azadiyê ya xweşîk bersiv bidim.
 
Li hemû çemên ku dadiketime,
 
Li wan zeviyên ku min bêhna wan digirt hêj bi azad binerim, bêhn bikim
 
Û kelecana dinyayê bidimê.
 
Ewqas em têdikoşin ya!
 
Di dawî de nerînekê azad,
 
Ruhêkî azad, wateyekê hûr û kûr,
 
Gerdûnê û asîman fêm dikim.
 
Ma ji vê hêjatir çi heye?
 
Bêhna axê digrim,
 
Ma ji vê hêjatir çi ye?
 
Û pêwendiyên bi insanan re,
 
Ma ji vê bi kelecantir çi heye?
 
Û listokên min dilîstin,
 
Li wan çeman, li wan giran,
 
Jinûve dîdariya bi zarokan re
 
Çiqas kelecane dide?
 
Û dîdariyên azad ên bi jinan re
 
Vaye tam ji wê dîrokê ve.
 
Tişta Xwedawend anîye ziman:
 
Bedela vê têkoşînê nerîna bi azad a li cîhanê ye.”
 
 Abdullah Ocalan