Xizmên Windayan li aqûbeta windayan hat pirsîn
- 14:31 14 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan li Amed, Colemêrg û Êlihê kom bûn û qurbaniyên komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn û banga darizandina kiryaran kirin.
Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Colemêrg û Êlihê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîil bên darizandin” li dar xistin. Di çalakiyan de li aqûbeta windayan hate pirsîn û qurbaniyên Komkujiya Helebceyê hatin bibîranîn.
Amed
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 892'yemîn a çalakiya xwe ya “Bila Winda bên dîtin, kujer bên darizandin” de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezanê ya Amedê kom bûn û daxuyanî dan. Xizmên Windayan, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên DFG'ê, saziyên sivîl ên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Xizmên Windayan wêneyên kesên ku hatine windakirin û di binçavkirinê de hatine kuştin hilgirtin.
Malbatên Windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 892'yemîn de aqûbeta nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû yê di 12'ê Adara 1994'an de piştî ku li navçeya Sêwregê hate revandin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin pirsîn. Di daxuyaniyê de ewilî Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'a Amedê Firat Akdenîz axivî. Firat Akdenîz bal kişand ser têkoşîna Malbatên Windakiriyan û parazvanên mafên mirovan a nêzî 31 salan û qala windakirina Nazim Babaoglû kir.
Dû re Rêveberê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rojnameger Fexredîn Kiliç axivî. Fexredîn Kiliç bal kişand ser windakirina Nazim Babaoglû û wiha got: “Ji 12'ê Adara 1994'an ve agahiyek ji hevalê me nehatiye wergirtin. Dayika Makbûle bêyî ku hestiyên kurê xwe bibîne goreke kurê xwe çêbike bi hesreta kurê xwe ji vê dinyayê koç kir. Em jî weke hevalên wî yên rojnameger em ê her tim li ser rêya wî ya heqîqetê bin. Ji ber ku hevalê me dixwest wan salên tarî heqîqetê ragihîne hate windakirin. Em jî weke hevalên wî yên rojnameger em ê rêya wî ya heqîqetê her tim bişopînin. Em ê pênûsa wî, kameraya wî li erdê nehêlin. Em ê şopdarên têkoşîna wî ya edaletê jî bin. Ji ber ku mixabin faîlên wî nehatin darizandin û doza wî bi hinceta demboriyê hate xistin. Heta ku faîlên hevalê me bên darizandin em ê li pey doza wî bin.”
Pişt re endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'a Amedê Berfîn Elçî çîroka Nazim Babaoglû xwend. Dû re çalaki bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê û Malbatên Windayan di hefteya 728'emîn de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavkirinê de hatine windakirin û kuştin hilgirtin. ÎHDê û Malbatên Windayan vê hefteyê qala Komkujiya Helebceyê kirin û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. Dû re rêveberê Şaxa ÎHD'a Êlihê Huseyîn Elçî metnê ku qala Komkujiya Helebçeyê dikir xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Colemêrg
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 218'emîn de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiya xwe domandin. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên Gever beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nurettîn Turgut hat pirsîn.







