Têkoşîna Newrozê ya ji kolanan heta qadan mezin bûye

  • 09:04 15 Adar 2026
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
WAN- Dayika Aştiyê Zekiye Kaya ku her sal tevli pîrozbahiya Newrozê dibe wiha got: “Newroz rûmeta gelê Kurd, azadiya serokatiyê ye. Em êdî ne nameya birêz Ocalan, dixwazin, em dixwazin wî bixwe li qadên Newrozê bibînin. Her kesî vedixwînim pîrozbahiya Newrozê.”
 
Newroz îsal bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk’  wê li 53 navendan bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozê didomin û di 22’ê Adarê de wê li Wanê li kontarên Keleha Wanê bê pîrozkirin. Dayika Aştiyê Zekiye Kaya ku her sal tevli pîrozbahiya Newrozê dibe banga tevlibûnê li hemû kesî kir.
 
Têkoşîna ji kolanan heta qadan mezin bûye
 
Zekiye Kaya wiha anî ziman: “Em ji ber zextên cerdevaniyê ji Colemêrgê haitn Wanê. Em di 1984’an de hatin. Ji wê demê heta niha tevî zext û astengiyan em ji bo Newrozan li qadan bûn. Me tevî hemû zext û êrîşan agir vêdixist. Ji bo Newrozê bedelên mezin hatin dayîn. Lê me şûnde gav nediavêt. Newroz cejna gelê Kurd e. Tevî hemû qedexeyan me Newroz pîroz dikir. Newroz azadî û cejna serokatiyê ye, rûmeta gelê Kurd e.”
 
‘Em dixwazin Birêz Ocalan bibînin’
 
Zekiye Kaya wiha dirêjî dayê: “Têkoşîna azadiyê hêzek mezin bi jinan re derxist holê. Em bi hêza ku têkşoînê afiran daketin qadan. Bi saya serokatiyê em bûn xwedî hişmendî. Em bi hêza ku serokatiyê da me daketin kolanan,qadan. Berê destur nedidan jin biçin Newrozan. Lê bi saya serokatiyê em daketin qadan. Em êdî ne tenê nameya Birêz Ocalan, dixwazin em dixwazin wî li qadên Newrozê bibînin. Em bang li hemû kesî dikin ku di 22’ê Adarê de  li qada Newrozê bin û em bi hev re dengê xwe bilind bikin.”