Ji Komîteya Amadekar a Newrozê bang: Werin govenda azadîyê bigirin

  • 11:15 18 Adar 2026
  • Rojane
AMED – Komîteya Amadekar a Newrozê, têkildarî Newroza 21’ê Adarê ya ku dê li Amedê bê pîrozkirin de bangawazî kir û hat gotin ku bi banga 27’ê Sibatê re ev Newroz girîngtir e û bang hat kirin ku werin bi hevre govenda azadiyê bigirin.
 
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Amedê, têkildarî Newroza Amedê ya 21’ê Adarê de ku li Qada Newrozê dê pêk bê de li avahiya navenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEMP Partî) de daxuyaniya çapemeniyê da. Gelek siyasetmedar bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî daxuyaniyê bûn.
 
Destpêkê de Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer Newroza Gelê Kurd pîroz kir û got, “Newroz roja cejna kurda ye û wê rojê hêst û ramanên xwe tînin ziman. Ji bo kurdan roja berxwedanê ye. Wekî ku hûn dizanin Kemal Kurkut di Newrozê de hat qetilkirin. Em dibêjin êdî bila kes neyê qetilkirin. Em wek lehiyê berê xwe bidin qada Newrozê û silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişînin. Ev Newroz ji bo bangawaziya 27’ê Sibatê girîng e. Werin em bi hevre govenda azadiyê bigirin. Newroz azadî ye.”
 
Piştre daxuyaniya kurdî ji hêla aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Arzu Karaman, ya tirkî jî ji hêla Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Hasan Akengîn ve hat xwendin.  
 
‘Divê rihê yekîtiya neteweyî destkeftî bên parastin’
 
Arzu Karaman anî ziman ku gelên Rojhilata Navîn û Kurd bi politikayên înkar û îmhayê ku bi sedselan e berdewam dike re rû bi rû ne û wiha got, “Ev axên ku hêzên hegemonîk ên navneteweyî hewl didin li gorî berjewendiyên xwe biguherinîn, her roj ji şer û wêraniyê re şahidiyê dikin. Ev êrîşên ku azadî, wekhevî û yekîtiya gelan hedef digre, dibe sedema qetla bi sedan mirovan. Qada ku herî zêde êriş lê hatiye meşandin jî Rojava ye. Gelê Rojava destkeftiyên xwe afirandine û bi biryardariyeke mezin ew parastine. Gelê rojava tevî hemû hesabên herêmî, destkeftiyên girîng bi dest xistine. Bê guman, hêza yekane ku van destkeftiyan gengaz kiriye, dînamîzma ku ji hêla berxwedana rêxistinkirî ya gel ve hat afirandin e. Tiştê ku îro divê were kirin, ev e ku bi ruhê yekîtîya neteweyî ev destkeftiyana werin parastin û bêtir werin berfirehkirin.”
 
‘Divê şert û mercên Birêz Ocalan hêsantir bibe’
 
Arzu Karaman bi lêv kir ku tevî ev pêşketinên ku li ser asta herêmî diqewimin, li Tirkiyeyê jî pêvajoyeke dîrokî berdewam dike û wiha dom kir, “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27ê Sibata 2025’an de hatiye destpêkirin, pêşketinên girîng bi dest xistiye û îro gihîştiye xalên diyarkirî. Ji bo me ya girîng ew e ku em xeteke têkoşînê pêş bixin, da ku pêkanîna vê berpirsiyariya dîrokî ya ku ji hêla Birêz Ocalan ve hatiye girtin hêsantir bibe. Tevî meşandina vê têkoşînê, erka me ye ku em zemînekê peyda bikin ku Birêz Ocalan bikaribe tê de bixebite û pêvajoyê di şert û mercên azad de birêve bibe. Baştirkirina şert û mercên Birêz Ocalan, ku sermuzakerevanê pêvajoya veguherîna demokratîk e. Ji hêla pêvajoya heyî ve hem ji bo me û hem jî ji bo gel daxwazek girîng e. Herwiha, bicîhanîna bilez a rêziknameyên yasayî yên ku di Rapora meclîsê de hatine destnîşankirin, ku pêdiviyên pêvajoyê destnîşan dike, ji bo pêşîgirtina li her cure astengiyan pir girîng e.”
 
Banga ji bo Newrozê
 
Arzu Karaman destnîşan kir ku ligel van hemû pêşveçûnan,ew xwe ji bo Newroza 2026’an amade dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji niha ve kêf û coşa Cejna Newrozê ku dê di 21’ê Adarê de li Amedê bi beşdariya milyonan kesan were pîroz kirin dijîn. Em dizanin ku wekî her sal, dê îsal jî bi mîlyonan kes qadan tije bikin û bi germahiya agirê Newrozê Birêz Ocalan silav bikin. Di heman demê de em bawer dikin ku em ê vê Newrozê ji bo gelê kurd veguherînin bihareke hevpar. Em ê li her çar perçeyên Kurdistanê bi ruh û hişmendiya yekîtiya neteweyî cejna Newrozê pîroz bikin. Çar parçeyên Kurdistanê dê di pîrozbahiyên Newrozê de bibin yek. Ji ber ku Newroz, li dijî kesên ku koletiyê ferz dikin geşkirina agirê azadiyê ye. Bi salan e gelê Kurd ku nasname, hebûn û çanda wî li her çar perçeyên Kurdistanê dihat înkarkirin, li dora agirê Newrozê li hev civiya û bi berfirehkirina berxwedana xwe ya civakî gihîştiye vê astê. Em ji bo mezinkirina govenda azadiyê di serî de jin û ciwan tevahiya gelan vedixwînin cejna Newrozê ya ku em ê li Amedê li dar bixin. Bi rihê neteweya demokratîk û yekîtîyê, em banga berfirehkirina jiyana azad a gelê Kurd dikin. Em hemû gelê xwe yê ku ji bo wekhevî û azadiyê bang dike, ji bo xurtkirina têkoşîna yekîtî, azadî, demokrasî û wekheviyê vedixwînin Qada Newrozê ya Amedê.”