Peyama Abdullah Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin
- 15:27 18 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê 21'ê Adarê di Newroza Amedê de bê xwendin. Tê payîn ku Abdullah Ocalan li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Newroz û geşedanên dawiyê peyamên girîng bide.
Pîrozbahiyên Newrozê li çar aliyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê tê pîrozkirin. Newroza Amedê îsal jî di 21'ê Adarê de li Qada Newrozê tê pîrozkirin. Xebatên Newrozê li tevahiya bajar berdewam dikin. Çav li rêye ku cardin zêdeyî milyonek kes li Amedê Newrozê pêşwazî bike. Di Newrozê de mijara herî zêde tê meraqkirin jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hate zanîn ku peyama Abdullah Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin. Tê payîn ku Abdullah Ocalan di peyama xwe ya Newroza îsal de balê bikişîne ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Newroz û geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û cîhanê.
Peyama Abdullah Ocalan a Newrozê herî dawî di 2013'an de li Newroza Amedê ji hêla Şandeya Îmraliyê ya wê demê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan ve hatibû xwendin.







